YE: Em li pêşberî gereke nû ya Astanayê ne

Yekitiya Ewropa (YE) diyar kir ku Tirkiyê zimanê hêzê bikar tîne û bi hezaran çeteyan dişîne Lîbyayê. YE'yê got: "Têkildarî rewşa Lîbyayê em li pêşberî gereke nû ya Astanayê ne."

YE: Em li pêşberî gereke nû ya Astanayê ne
22 hezîran, 2020   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê herî bilind ê siyaseta derve û ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell banga pêkanîna agirbestê û ji nû ve destpêkirina gerên 5+5 li aliyên Lîbyayê kir. Borrell got, Yekitiya Ewropa  ji bo Lîbyayê li pêşberî gereke nû ya Astana  di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye ku berjewendiyên her duyan hevpar in.

Yekitiyê destnîşan kir ku pêwîste hebûna leşkerî ya Ewropa li berava Afrîkayê xurt bibe da ku ewlehiya Ewropa were parastin.

Girêdyaî heman mijarê berdevkê fermî yê ewropî Peter Stano got: "Em bang li aliyên herêmî yên ku di aloziya Lîbyayê de çalak in dikin ku asta nakokiyê kêm bikin û xebatên danûstandinan xurt bikin. Rewşa Lîbya nakokiyên dîtir û mudexeleyên derve tehemul nake."

(şx)