Li Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 15 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 219 kesan.

Li Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin
22 hezîran, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA’yê ragihand ku wezaretê diyar kiriye ku kesên îro bi Koronavîrusê ketine, ji ber têkiliyên wan ên li Şamê û gundewarên wê pê ketine.

Wezaretê destnîşan kir ku li Sûriyê hejmara kesên heta niha bi Koronavîsurê ketine, gihaşt 219 kesan û ji wan 83 baş bûne û 7 kes jî mirine.

(eh)

ANHA