Li Reqayê kehrebe gihaştiye hezar û 500 malan

Komîteya Enerjî û Peywendiyan kehrebe gihand hezar û 500 malên li taxa Seknê ya Reqayê û hîn jî kar û xebatên sererastkirina xetên kehrebeyê yên taxên din berdewam e.

Li Reqayê kehrebe gihaştiye hezar û 500 malan
Li Reqayê kehrebe gihaştiye hezar û 500 malan
Li Reqayê kehrebe gihaştiye hezar û 500 malan
Li Reqayê kehrebe gihaştiye hezar û 500 malan
22 hezîran, 2020   12:12
​​​​​​​REQA-HEMED MISTEFA-EMAR XELEF

Werşeya taybet bi beşa sererastkirinê ya Komîteya Enerjî û Peywendiyan di pêvajoya mehekê de zirarên gihaştine torên kehrebeyê diyar kir, xetên kehrebeyê di bin erdê re çêkirin, rêgeha keblên sereke yên ku kehrebeyê didin taxa Sekne û derdora wê diyar kirin.

Piştî werşeyê zirarên çeteyên DAIŞ`ê gihandine xetên kehrebeyê tomar kirin, li taxa Seknê dest bi sererastkirinê kir, destpêkê xetên bizirar guhartin û 4 tabloyên erdê yên sereke siwar kirin, her wiha tabloyên bi dîwar ve li ber deriyên avahiyan siwar kirin û du trans bi karîna 630 KW siwar kirin.

Kar û xebat hîn jî berdewam e, werşe sûdmendiyê ji derfetên heyî digire û komîteyê leckirina tabloyên bi tensiyonên nizm ji navendên veguhastinê re bi kilîtên hezar û 250 ampêr temam kir ku kehrebeyê bide hezar û 500 malî û ji her malekê li taxê 10 ampêr hatiye diyarkirin.

Piştî kar û xebata sererastkirinê bi dawî bû, komîteyê du rojan xebata ku pêk aniye ceribandin, da ku nas bikin ka pirsgirêk di trans, tor an jî keblan de heye yan na.

Her wiha komîteya Enerjî û Peywendiyan a navenda Muwast a başûrê taxa Seknê erdê dikole, stûnan datîne, keblan li gorî bar û dirêjbûnê dikişîne û bircan datîne, tevî ku hejmara malên dê kehrebe bigihêje wan ne zêdetirî 300 malî ye.

Çavdêriyê pîşeyî yê projeyan Ensar Izo kar û xebata werşeyê ji ANHA`yê re parve kir û got wan hewl daye kehrebeyê bidin hemû taxên Reqayê, hem kolanan hem taxan jî ronî bikin, lewma derdora mehekê werşeyan wan çûn taxa Seknê û plana destpêkirina kar, diyar kir.

Têkildarî astengiyên werşe pê re rû li rû mane Ensar Iz da zanîn wan zehmetî kişandiye, her wiha di dema çeteyên DAIŞ`ê li bajar de bûn kebil û trans şewitandin û alavên baş ên man jî dizîn û şandin herêmên din, lewma heta trans peyda bûn kehrebeyê jî dereng hate dayîn. Ensar bi lêv kir ku tevî  werşeya pîşeyî zor û zehmetî kişandin jî,  lê dîsa beşeke mezin ji karê xwe baş derbas kir.

Tevî ku hemû rêxistinên li Reqayê kar dikin ku alîkarî pêşkêşî komîteyên meclisê nekirin, lê dîsa jî Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê soza da şêniyan ku kehrebeyê bide tavahiya taxên Reqayê.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kcT9NWGsfRM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>