Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan

Malbatên şehîdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li gelek navendên herêmê daketin qadan û diyar kir ku xwîna şehîdan û qîrînên zarokan dê hesab ji dewleta Tirk bixwaze ku êrişî Kurdistanê dike. Her wiha bang li gelê Kurd û kurdistanî hate kirin ku berxwedanê bilind bikin û li her derê destekê bidin şervanên azadiyê.

22 hezîran, 2020   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Hezîranê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik destnîşan kiribû ku dewleta Tirk hewl dide derbeyê li tevgera azadiyê bixe û wê tune bike da ku gelê Kurd jî qir bike.

Malbatên şehîdan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên  li ser erdnîgariya Kurdistanê û banga bilindkirina têkoşînê, meş li dar xistin.

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li ser banga malbatên şehîdan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê, bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê, daketin qadan.

Meşê li kolana Mûnîr Hebîb dest pê kir û ber bi avahiya komseriya NY`yê ya li bajêr ve çû. Di meşê de wêneyên şehîdan, pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin hildan.

Meş li pêşiya avahiya Komseriya NY`yê ya koçberan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Mihemed got êrişên dewleta Tirk kêliyekî jî nesekinîne û armanca wê ew e ku îradaya gelê Kurd û kurdistanî bişikîne.

Elî Mihemed destnîşan kir ku şervanên azadiyê bersiva dijwartirîn êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didin, ji ber ew baş dizanin ku armanca wan êrişan qirkirina gelê Kurd û binpêkirina nasnameya wî ye. Mihemed Elî banga yekitiya hêzên kurdistanê kir da ku li hember êrişên dewleta Tirk ku nasnameya kurdî dikin hedef, bisekinin.

Mihemed Elî bang li gelê Kurd kir ku berxwedanê bilind bikin û li her deverê destekê bidin şervanên azadiyê.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xUzK0ha6JKA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan malbatên şehîdan tev li meşa şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bûn û soza berxwedanê li hember êrişên dagirkeran dan.

Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê hatin rakirin. Meş ji Qada Şehîd Masûm dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen wiha axivî: "Êrişên dawîn ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Serêkaniyê, Girê Spî û kampa Mexmûr di çarçoveya rêzeplanên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê de ye."

Mîtîng bi dirûşmên “Şehîdan namirin” û şermezakririna êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ya bejarê Helebê xwepêşandanek li dar xist, tê de  piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê vîna gelê Kurd ku îradeya xwe di şoreşa Rojava de sepandiye, naşikînin.

Xwepêşandêr li pêş hola civînan a taxa Şêxmeqsûd kom bûn û li tevahî kolanên sereke geriyan û wêneyên şehîan û yên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandan li Çerxerêya Şehîd Destîna a Şêxmeqsûd a Rojhilat veguherî mîtîngê û li wir deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevserokarên Meclisa Malbata Şehîdan Mihemed Elî bi zimanê erebî û Roşîn Mûsa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Meclisa Malbata Şehîdan de wiha hate gotin:

"Em malbatên şehîdan êrişên faşîzmê şermezar dikin, her wiha bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna demokratîk berdewam bikin û di rêgezên xwe yên têkoşîna ji bo azadiyê îspat bikin. Li aliyekî din jî bang li gel dikin ku tev bigerin û helwesta xwe li tevahî parçeyên Kurdistan û derveyî wê nîşan bidin, berê xwe bidin qadan û êrişên xeternak red bikin. Bang li tevahî partî, tevger, hêzên siyasî yên Kurdistanê, çîna rewşenbîr, rojnamger û tevahî gel dikin ku xebata aşkerakirin û rezaletkirina êriş, armanc û diyarkirna rastiyan ji raya giştî ya cîhanê re pêk bînin.

Bang li tevahî dewletên Ereb û gelê wê dikin ku xeteriyên planên dewleta Tirk li tevahî herêmê û hedefgirtina berjewendiyên tevahî gelan bi cidiyet û baldarî bigirin, lê belê yekitiya gelan û têkoşîna hevbeş rêya tekane ya sekna li hember berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker re. Em malbatên şehîdan soz didin şehîdên azadiyê ku dê heta nefesa dawîn li ser şopa wan bimeşin û ev sûc vîna gelê me ku xwe di şoreşa Rojava de sepandiniye, naşikînin."

KOBANÊ

Bi dirûşma "Dê dagirkerî û faşîzmê têk bibin û asta berxwedanê bilind bikin" bi sedan şêniyên kantona Kobanê li Qada Şehîd Egîn a Kobanê kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Xwepêşandêran pankartên "Erdogan gefa vejandina DAIŞ’ê û avakirina Osmaniyan dixwe" û "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê şermezar dikin" hildan.

Piştre endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Rowşen Haçim axivî û diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina sivîlan ji jin û zarokan, red dikin.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa kantona Kobanê Mistefa Îto wiha got: "Cîhan li hember pandemiya Koronavîrusê ye û tevahî xebata parastina mirovahiyê ji vê pandemiyê dikin, lê dewleta Tirk ji dêvla mezaxtina xwe ji nexweşên Koronavîrusê re biherikîne, di şerê li dijî xweza û mirovahiyê de bi kuştina zarok û jinan dike."

TIL BIRAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ou0oUvxG_ck" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û ala QSD`ê û malbatên şehîdan hatin hildan.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, kampa Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin hildan. Di meşê de berdevkê malbatên şehîdan li navçeya Til Birak Zîwer Ehmed axivî.

Zîwer Ehmed wiha anî ziman: "Ev ne tiştekî nû ye ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Ji dema ku weke dewleteke osmanî hate avakirin zêdetirî 400 salî serwerî kir. Siyaseta wê ya desthilatdar ji bo hilweşandina gelan, talankirina mal û milkan hê jî heye. Ji ber wê jî êrişî gelê me li Bakur Kurdistanê, çiyayê Qendîl, Mexmûr û Şengalê dike."

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji bo destekdayîna şêniyên Mexmûrê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên cuda yên herêma Kurdistanê, daketin qadan.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana HPG`ê hatin berzkirin. Meşê ji navenda navçeya Ehresê dest pê kir. Meş li cem Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Sûreya Hebeş axivî û tekez kir ku berxwedana gelan dê êrişan bişikîne û wiha domand: "Destekdayîna me ji şêniyên Başûrê Kurdistanê û şervanên li çiyayan re dê êrişan têk bibe û bi yekitî û hevgirtinê em ê dijmin bi bin bixin."

Sûreya destnîşan kir ku ji ber çend salan dewleta Tirk hewl dide xaka Kurdistanê dagir bike lê berxwedana HPG`ê hemû hewldanan têk dibe.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Zekiya Abdulminim got herêmên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve têne binpêkirin, goristan têne rûxandin û sivîl têne kuştin û dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê şerê gelê Kurd dike.

Zekiya Abdulminim êrişên dagirkeran ên li ser xaka Kurdistanê şermezar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em êrişan qebûl nakin û bi hemû şêwazan li hember wan disekinin."

(bx-fr)

ANHA