Li gundên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk

Îro leşkerên artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeya 25`emîn li gundên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê yên kantona Hesekê bi rê ve bir.

Li gundên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk
22 hezîran, 2020   11:26
HESEKÊ

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê dewriyeyan bi rê ve dibin û îro jî li navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Dewriye ji gundê Şêrikê yê ku 13 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û ji wir ber bi gundê Kesra ve çû, paşê li gundê Şêrikê sekinî.

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopteran pêk dihat.

Hêjayî gotinê ye ku li gundên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê ev cara 25’an e ku polîsên Rûsyayê û artêşa Tirk dewriyeyan bi rê ve dibin, tevî ku dewriyeya artêşa Tirk 3 caran bi dewriyeya Rûsyayê re derneket gerê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WZgR3Pv7_Vc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>