Li herêma Hesekê cara yekem garis hat çandin

Desteya Aborî û Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê bi koordîneya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Hesekê bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û piştgiriya aboriya civakî gelek projeyan pêşkêş dike. Desteyê li Hesekê cara yekemîn garis çand.

Li herêma Hesekê cara yekem garis hat çandin
22 hezîran, 2020   06:49
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM-HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê bi koordîneya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Hesekê di 1`ê Hezîranê de dest bi projeya çandina garis kir.

Girêdayî mijarê hevserokê Gerînendetiya Hilberîna Şînkahiyê ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê ya Kantona Hesekê Salih El-Xidir ji ANHA’yê re axivî. El-Xidêr diyar kir ku Desteya Aborî û Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê gelek proje di warê çandiniyê de dan destpêkirin da ku miqdara hilberînê zêde bike û rêgeza xwetêrkirinê peyda bike.

El-Xidir got: "Ji bo temamkirina projeyên rêgeza xwetêrkirinê me navên gelek cotkaran ji bo çandina garis tomar kirin. Ji ber şertên heyî ku herêm tê re derbas dibe, şirket armanc dike hilberîna herêmê bi pêş bikeve. Lewra Rêveberiya Aboriyê biryar da ku desteka rêgeza xwetêrkirinê di warê madeyên xwarinê de peyda bike. Ji ber wê du kargehên guvaştina zêta garis girêdayî Rêveberiya Xweser hatin avakirin."

El-Xidêr zelal kir ku Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê ya kantona Hesekê dê piştgiriya cotkarên ku dixwazin garis biçînin, bike. El- Xidêr wiha pê de çû: “Dê pêdiviyên çandiniyê ji semad û tov bi deyn û next bidin cotkaran. Her wiha perspektîvên pêwîst ên çandina vê hilberînê ji wan re pêşkêş bikin. Lê bi şerta ku hilberînê radestî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê bikin û neşînin derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

El-Xidêr anî ziman ku heta niha bihaya kîloya hilberînê nehatiye diyarkirin û wiha got: “Bihaya hilberîna garis dê li gorî dolar be, mîna genim û ceh. Hilberîn dê li navenda Xiwêran û embarên Til Hecer li bajarê Hesekê were wergirtin. Ger hilberîn şewitî yan jî ji ber pirsgirêkên xwezayî telef bû, dê cotkaran dabîn bikin yan jî deynên wan bi paş de bixin.”

Di dawiyê de hevserokê Gerînendetiya Hilberîna Çandiniyê Salih El-Xidêr bang li tevahiya cotkaran kir ku cureyên cuda yên hilberînan biçînin, ne tenê hilberînên genim û ceh, da ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were û pêwîstiya herêmê ji madeyên cuda peyda bibe.

(şx)

ANHA

https://youtu.be/uEM56Er6Mos