Di 15 saliya xwe de 15 stran nivîsandiye

Sarîn 15 salî ye lê ruxmî temenê xwe yê biçûk, gotinên stranan dinivisîne. Heta niha derdora 15 stran nivîsandine. Sarîna biçûk  li benda piştgiriyê ye.

Di 15 saliya xwe de 15 stran nivîsandiye
22 hezîran, 2020   05:53
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Zaroka bi navê Sarîn Îsa ya 15 salî zarokeke behremend e. Di şahiyeke Navenda Çand û Hunerê de me li dengê wê yê xweş guhdar kir. Piştre me ew û behreya wê jî nêz ve nas kir.

Sarîn ruxmî temenê xwe yê biçûk, bi hestên xwe yê xweşik û neteweyî stranan dinivîse.

Sarîn li gundê Um Hecîre yê girêdayî bajarê Hesekê ji dayik bûye. Piştî ku gund rastî êrişên DAIŞ’ê yên hovane tê, Sarîn bi malbata xwe ya ji 5 kesan pêk tê, koçber dibin û li gundê Barzan ê derdora Hesekê bi cih dibin.

Sarîn dibêje: "Ji biçûkahiya xwe ve ez ji muzîk û stranbêjiyê hez dikim. Di mal û dibistanê de her tim ez distrêm. Di sala 2011`an de min dest bi vegotina stranan kir û di 2013`an de min bi zimanê Kurdî dest bi nivîsandina stranan kir. Dayîka min li peymangeha zimanê Kurdî dixwend. Li cem wê ferhenga zimanê Kurdî hebû. Min hertim ew ferheng dixwend. Strana yekemîn ku min nivîsandiye bi navnîşan `Kurdistana Min Delale` bû. Piştî ku ez baş fêr bûm, min dest bi nivisîna stranan kir. Heta niha min derdora 15 stran nivisandine. Ez ji biziqê pir hezdikim lê min nikarî bikirim. Piştî min stranek girêdayî berxwedana Şengalê nivîsand, dostekî malbatê bi navê Maksîm ji ber keda min, biziq diyarî min kir. Ez pir bi pêkhateya Êzidî û êrişên li dijî wan bi bandor bûm. Herî zêde dayîk û bavê min piştgiriya min dikin.”

Sarîn destnîşan kir ku stranên ku dinivîsîne stranên neteweyî û zarokan e. Di nav de stranek girêdayî Efrînê û berxwedana wê, Hêzên Sûriya Demokratîk û lehengiya wan hene. Sarîn wiha domand: "Niha ez fêrî lêdana biziqê dibin. Lê ez nikarim hem lê bidim hem jî bistrêm.”

Merwan Îsa bavê Sarîn dibêje: “Dema Sarîn dest bi nivîsandina stranan kir, şer li herêmê hebû û kehrebe tune bû. Lewra li ber ronahiya mûman dinivîsand. Ji biçûkahiya xwe ve ev behre pê re heye.”

Girêdayî astengiyên rastî Sarînê hatine, dayika wê Rende Hisên got: "Sarîn rastî gelek astengiyan hat heta gihaşt vê astê. Tu destek ji tu aliyekê ve wernegirt. Ez hêvî dikim ku aliyên têkildar desteka keça min bikin da ku rêya ya hunerî temam bike."

Sarîn di dawiya hevdîtinê de got: "Xewna min a tekane ez awazên stranên xwe binivîsînim û bibin zanyarek da ku alîkariya civak û welatê xwe bikim."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/K0FIhJ9amOA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>