Rewşenbîrên Kobanê hêvî dikin ku lihevkirina alliyên Kurd veguhere belgeyeke fermî

Rewşenbîrên Kobanê lihevkirina aliyên Kurd ên Rojava pîroz kir û hêvî dikin ku hemû partî beşdarî vê lihevkirinê bibin da ku bi awayekî çalak li ser erdî pêk were û veguhere belgeyeke fermî.

Rewşenbîrên Kobanê hêvî dikin ku lihevkirina alliyên Kurd veguhere belgeyeke fermî
22 hezîran, 2020   05:44
KOBANÊ – UMER MIHEMED – NÎHAD KERIO

Partiyên siyasî yên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê di hewldaneke pêkanîna yekitiya neteweyî de gaveke dîrokî avêt. Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 17'ê Hezîranê de li ser nêrîneke siyasî ya hevpar li hev kir. Di demeke kurt de wê peymaneke giştî ya nû bê îmzekirin.

Gelê Kurd ji partiyên Kurdsn hêvî dike ku bigihêjin lihevkirinekê da ku ji êriş û xetereyên li ser Kurdan û pêkhateyên din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bibe bersiv. Her wiha da ku Kurd bi nêrîneke bihêz û hevpar karibin bi pêkhateyên din re beşdarî xebata siyasî ya Sûriyê bibin.

Rewşenbîrên Kurd ên bajarê Kobanê kêfxweşiya xwe bi vê gavê anî ziman û hêvî dikin ku hêzên siyasî yên kurdî yên Sûriyê yekitiya xwe ava bikin û hêviyên gelê herêmê bi cih bînin.

'JI BO SERXISTINA YEKITIYA KURDÎ DIVÊ PARTÎ BI GEL BIFIKIRIN'

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Îzedîn Muslim got: "Divê Kurd bi vê gavê kêfxweş bibin. Dem hatiye ku êdî gelê Kurd azara şer û koçberiyê nebîne.”

Îzedîn Muslim got ji bo serxistina yekitiya kurdî divê partî dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û bi gelê xwe bifikirin û ev tişt diyar kir: "Em di pêvajoya hebûn an nebûnê de ne, derfeteke zêrîn li pêşiya me ye divê ji dest nebin."

Muslim hêvî kir ku aliyên diyalogan gavên cidî li ser erdê bavêjin, da ku gelê Kurd ji xeteriyan dûr bixin, her wiha partiyên din beşdarî hewldanên yekitiyê bibin da ku rê li ber hincetên dewletên tima yên di bakurê Sûriyê were girtin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Îzet Hebeş anî ziman yekitî rêya tekana ya pêkanîna hêviyên gelê Kurd e û got: "Di pêvajoya bê de yekbûna gotin û daxwazan a aliyên Kurd ên Sûriyê girîng e. Tevger û yekitî rêya xilaskrina gelê Kurd e."

Îzet Hebeş di dawiya axaftina xwe de bang li partiyan kir ku ji bo  yekitiyê bixebitin û bi dewetên derdorê yên ji bo parastina aştî û ewlehiya herêmê bixebitin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Sr19ZA9jFFg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>