Li Idlibê di navbera hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de şer bilind dibe

Li eniyên Idlibê, di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar û topbaranên dualî rû da û di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

Li Idlibê di navbera hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de şer bilind dibe
21 hezîran, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li eniya Bênîn a bejahiya başûrê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da, di encamê de gelek kuştî û birîndar hene. 

SOHR’ê daxuyand ku duh balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê bejahiya başûrê Idlibê û Sehil El-Xab geriyan, di heman demê de balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê bajaroka Cebel El-Zawiye ya bejahiya Idlibê geriyan û herêma Kefer Uwêd a li Cebel El-Zawiya bombebaran kir.