Têkildarî jin û siyasetê komxebatek hate lidarxistin

Li bajarê Qamişloyê têkildarî jinê û girîngiya beşdarbûna wê di qada siyasî de komxebateke berbireh hate lidarxistin.

Têkildarî jin û siyasetê komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî jin û siyasetê komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî jin û siyasetê komxebatek hate lidarxistin
21 hezîran, 2020   15:33
QAMIŞLO

Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navê "Jin û girîngiya beşdarbûna wê di siyasetê de" komxebatek li avahiya Desteya Jinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Nûnerên jin ên "Partiya Roj a Demokratîk, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Desteya Niştimanî ya Erebî, Kongreya Star, Yekitiya Kekdaran a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê, MSD, Partiya Şepêla Pêşerojê  û jinên siyasetmedar ên serbixwe" di komxebatê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Rêveber a Buroya Jin a MSD'ê Canda Mihemed axivî, bi xêr hatina beşdaran kir û got: "Di rewşa şer de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, bi taybet Sûriyê jin berdêla mezin a şer dide. Ji beriya 10 salan ve hate niha jinên Sûrî bi taybet ên li  herêmên dagirkirî rastî her cure binpêkirin û sûc tên."

Canda diyar kir ku projeya ku jin ji bo wê dixebite ya pêkanîna aştiyê ye û anî ziman ku jin dixebite da ku di warê siyasetê de bibe pêşeng û di navendên biryardayînê de cih bigire.

Canda hêvî kir ku ev komxebat bibe bingeha pêşxistina rola jinê di siyasetê de.

Piştre, beşdaran, beşdarbûna rola jin di siyasetê de pênase kirin û hate gotin,

Jin derbasî qada siyasî bû bêyî ku xwe baş di ware siyasetê de pêş bixe. Jin gihiştin navendên siyasetê de lê heta niha nikarin biryarekî bidin ku bikeve xizmeta jinê. Her wiha desthilatên hakim beşdarûna jin bi rûyê xwe yên guncaw di siyasetê de qedexe kiribûn ji ber ku ditirsin ku jin bighêje navendên pêşketî.

Beşdaran diyar kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku di qada siyasî de cih digirin rastî gelek astengiyan tê, divê ev astengî werin derbaskirin. Her wiha bal hate kişandin ser rêgeza demokrasiya rasteqîn.

AST Û PÊVAJOYÊN BEŞDARBÛNA JINÊ DI SIYASETÊ DE

Di bendê duyemîn ê komxebatê de mijara ast û pêvajoya beşdarbûna jin di siyasetê de hate nîşqakirin. Ev bend ji 4 rûniştinan pêk hat.

Di vî bendî de astên beşdarbûna jinan di siyasetê dehate diyarkirin "Asta ferdî, malbatî, civaka aştiyane, civaka sivîl, asta desthilata herêmê, asta desthilata niştimanî, asta navdewletî û asta jiyana giştî."

Girêdayî pêvajoyan mijarên wekî "Karûbarên giştî an siyaset, beşarbûna siyasetê, çalakiyên siyasî, girîngiya rakirina berpirsyartiyên siyasî." Hatin destnîşankirin.

BENDA SÊYEMÎN: GIRÊDAYÎ BEŞDARBÛNA JINÊ DI SIYASETÊ DE

Derbarê vê mijarê de hate gotin ku beşdarbûna jinê di siyasetê de xwedî taybetmendiyeke, ji ber ku doza  jinên rakirina hemû cure cûdekariyên ku civakî derxistine armanca dike da ku wekhevî û hevjiyana azad pêk were.

Her wiha astengiyên ku li pêşiya tevlêbûna jin di warê siyasî de hate destnîşan kirin. Hate destnîşankirin ku astngî girêdayî qanûnî, çandî, civakî, siyasî, aborî, astengiyên girêdayî jinê bi xwe, astengiyên ku desturê de hate destnîşankirin ku behsa wekheviya herdu zayendan nake, dîsa jî qanûnên hilbijartinan ku şansê jinê di serkeftinê de kêm dike.

RÊBAZÊN AKÎTÎVKIRINA BEŞDARBÛNA JIN DI SIYASETÊ DE

Di komxebatê de rêbazên beşdarbûna jinê di siyasetê de hatin destnîşankirin. Bal hate kişandin ser tewsiyên bernameya kar " Beijing "  ya ku behsa perwerdekiria jinan û teşwîqkirina wa ku beşdar tevahî qadan bin, kurkirina çanda wekheviyê, mafên mirovan û demokrasiyê dike, her wiha banga belavkirina çanda beşdarbûna jiyana siyasî dike.

Di dawiya komxebatê de beşdaran li ser mekanîzmeya pêşxistina jin di ware siyasetê de nîqaş kirin.

ANHA