Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin

Şaredariyên gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo ximzeta gel projeyan pêk tînin û xizmetan ji wan re peyda dikin.

Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
Şaredariyên gel ji bo xizmeta welatiyan xebatên xwee didomînin
21 hezîran, 2020   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên gel li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên xizmetguzariyê pêk tînin; hemleyên paqijiyê çêdikin, rêyan qîr dikin, toreyên kanalîzasyonê sererast dikin. Şaredariya Gel a Qamişloyê cihê serjêkirina sewalan vekir.

Şaredariya gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di vê demê de gelek proje bi dawî kirin û li ser hin projeyên din dixebite. Xweşkirina kolanan, paqijî, rakirina bermahiyan, dezenfektekirina kolanan, xebatên sereke yên şaredariyê bûn.

Piştî gilî û gazincên şêniyan, werşeyên komîteya kanalîzasyonan, kanalîzasyonên her du taxan sererast kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel Mihdî Bîlal got toreyên kenalîzasyonê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêk û pêk in, ji ber wê jî şaredarî hewl dide wan biguherîne û ji nû çêke.

PROJEYAÊN ŞAREDARIYA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ

Şaredariya gel di rojên pêş de dê geracekê (otogar) ji bo veguhastina hundirîn çêke da ku şêniyan ji Helebê bibe herêmên Şehbayê. Ji ber xwediyên erebeyan welatiyan keysbaz dikin.

Her wiha hewl dide projeyên qîrkirin û sererastkirina rêyan di demên pêş de çêke.

JI SEDÎ 86 PROJEYA SERERASTKIRINA RÊYÊN LI REQAYÊ PÊK HAT

Dema çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê bûn, rêyên bajêr zêde xirab kiribûn, ji ber vê yekê û bi armanca hêsankirina veguhastina di nava Reqayê û gundewarên wê de, Daîreya Xizmetguzariyê ji sedî 86 ji projeya sererastkirina rêyên gundewarên rojavayê Mezare bi ser xistin.

Endamê Rêveberiya Daîreya Xizmetguzariyên Pîşeyî Mihemed Xidir têkildarî projeyên sererastkirina rêyan got Daîreya Xizmetguzariyên Pîşeyî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi rêya werşeyên xwe û hin porjeyên ku di qonaxa berê de dest pê kiribûn, kar û xebatê dike, her wiha bi armanca sivikkirina zehmetiyên sivîlan di çûn û hatinê de dikişînin, şaredariyê berê xwe da gundewaran.

LI NAVÇEYA TIL HEMÎSÊ QESABXANE HAT VEKIRIN

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê li bazara pez a navçeyê qesabxaneyeke taybet ji bo goşt vekir, çavdêr ji bo serjêkirina sewalan hatin erkdarkirin da ku pîvanên tenduristiyê yên taybet bi rê ve bibin, her wiha da ku tenduristiya goştê sewalên ku bên serjêkirinê jî pêk bînin û bi wê re jî parastina tenduristiya mezaxtvanan bê kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdulrehman Hadî diyar kir ku armanca vekirina qesabxaneyê ew e ku garantiya selametiya sewal û jiyana kirdaran mîsoger bikin, her wiha da ku serjêkirina sewalan li cihên vekirî, li ber tavê û ne paqij qedexe bikin. 

(bx-eh)

ANHA