​​​​​​​Xwepêşandana li Şêladizê bi dawî bû

Welatiyên Şêladizê yên êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin, piştî hêzên PDK’ê 4 kesên kiribûn bin çavan berdan, xwepêşandana xwe bi dawî kirin.

​​​​​​​Xwepêşandana li Şêladizê bi dawî bû
20 hezîran, 2020   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Şêladizê li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker derketin kolanan. Welatiyên bi dirûşmên, “Bijî  PKK”, “Bimire xiyanet” hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin, hewl dan ber bi baregehên dewleta Tirk ên li navçeyê ve bimeşin. Lê hêzên PDK’ê êrişî welatiyan kirin. Welatiyan jî bi keviran bersiv dan êrişê.

Welatiyên tevî hemû mudaxeleyan dest ji xwepêşandanê bernedan, bi dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî berxwedan”, “Bimire xiyanet”, “Bimire Edogan” meşiyan.

Welatiyan paşê bi şertê ku hêzên PDK çar welatiyên kiribûn bin çavan berdan, xwepêşandana xwe ya îro bi dawî kirin.