`Tirkiye  gelên resen dike hedef.. yekîtî pêwîst e`

Jinên bajarê Qamişloyê gotin: “Armanca sereke ya êrişên Tirkiyê yên domdar li dijî Kurdistanê hejandina ewlehiya herêmê û têkbirina vîna gelên resen e. Em bang li jinên Kurdistanê dikin ku li dijî tevahiya sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdan bibin yek.”

`Tirkiye  gelên resen dike hedef.. yekîtî pêwîst e`
20 hezîran, 2020   03:34
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi hovane Şengal, wargeha Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kir. Ev êrişên hovane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî nerazîbûnek gelêrî hatin. Gel daketin qadan û sûcên Tirkiyê şermezar kirin û bang li hêzên Kurd û Kurdistanê kirin ku bi lez yekîtiyê pêk bînin.

Jinên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku êrişên Tirkiyê yên dawîn ji cîhanê re asta hovîtiya wê li dijî gelê Kurd eşkere kir.

Jina bi navê Rûdîn Îsa dibêje: "Dewleta Tirk gelek herêm li Rojava dagir kir, niha jî êrişî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê dike."

Rûdîn îşaretpê kir ku gelê Kurd zulmê qebûl nake û li dijî tevahiya siyasetên çewisandinê serî hildide û wiha domand: "Tirkiyê hinek beşên Sûriyê dagir kir. Gel dev ji axa xwe bernade. Divê em bibin yek da ku li hember planên li dijî vîn û azadiya gelê xwe bisekinin."

Rûdîn bang li tevahiya Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk serî hildin û banga yekîtiyê kir.

‘TIRKIYE JI RIJANDINA XWÎNA GELÊ HERÊMÊ TÊR NABE’

Jina bi navê Emîne Emîn dewletên cîhanê, rêxistinên mirovî û hiqûqî muxateb girt û got: "Dema ku dewleta Tirk a dagirker sûcan li beramberî me dike hûn li ku ne? Çima hûn sûcên vê dewletê ya ku zarok, jin û kalên me dikuje û şerê nasnameya me dike paşguh dikin?"

Emîne anî ziman ku jinên Kurd di berxwedana li dijî tevahiya cureyên zulm û çewisandinê de bi israr in û got: "Şerm e ku Tirkiye serdestiya dewletên cîran binpê dike. Me tu gule ber sînorên wê ve neavêt. Em wisa jî nakin. Ji ber ku em aştîxwaz in. Me kesek nekuştiye û êrişî kesekî nekiriye. Dîroka Tirkiyê bi sûc û xwînrijandinê dagirtî ye. Ew ji rijandina xwîna gelên herêmê têr nabe."

Her wiha Emîne bibîr xist ku dewleta Tirk, mafên mirovan ne tenê li derveyî sînorên xwe lê belê di hundirê xwe de jî binpê dike, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanan digire û nahêle bi azadî rayên xwe rave bikin.

Derbarê heman mijarê de Perwîn Cemîl got: “Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmên Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre. Armanca sereke ya êrişên Tirkiyê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarankirina Mexmûr û Şengalê, hejandina ewlehiya herêmê û têkbirina vîna gelên resen ên herêmê ye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NT80JqHeb1E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>