Çeteyên Tirkiyê li Girê Spî zarokek qetil kirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî zarokek ku qetil kir, piştî ku malbatê nediakrî fidyeyê bide wan.

Çeteyên Tirkiyê li Girê Spî zarokek qetil kirin
19 hezîran, 2020   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî dewlet Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî 18'ê Hezîranê zarokê bi navê Ubeyd Ebd El-Hesen (13) revandin û ji bo berdana wî fidiye ji malbata wî xwestibûn.

Ji ber ku malbatê nedikarî fidyeyê bide çeteyan şevê din saet di 21:00'an de zarok li parka Sedaqa ya bajarê Girê Spî kuştin.

ANHA