Îran: Em nahêlin AEAN li santralên nukleer lêkolînê bike

Nûnerê Îranê yê di Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) de Kazim Xerîb Ebadî îdia kir ku biryara AEAN’yê ya lêkolînkirina santralên nukleerê yên Îranê xwe dispêre sedem û îdiayên derew û got nahêlin lêkolîn lê çêbe.

Îran: Em nahêlin AEAN li santralên nukleer lêkolînê bike
19 hezîran, 2020   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Kazim Xerîb Ebadî got Îran vê biryarê bi temamî red dike û dê tedbîrên guncaw li dijî wê bigire, dê berpirsyariya bersivdana wan jî li ser dewletên ku ev biryar daye, hebe.

Ebadî wiha domand: "Em sekreterê giştî yê AEAN şîret dikin ku sînorê xwe bizane û divê bi hevkariya ku di navbera wê û Îranê de çêbûye, serbilind bin û divê AEAN li gorî pîşe û pisporiya serbixwe û zelal bixebite."

Ebadî destnîşan kir ku divê AEAN delîlên lez ku ji aliyên li gel wê ajandeyên siyasî hene, bistîne. Ebadî wiha da zanîn: "Bi rêbezaekê bixebitin ku tu astengî li Viyanayê û di peymana nukleerê de dernekevin."

AEAN’yê îro biryar da ku Îran bi wê re hevkar be û bihêle her du santralên wê yên nukleerê bên vekolîn.

(fr)