Tirkiye hewl dide şêniyên mayî koçber bike

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê  sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin, wêrankirin û şewitandina zeviyan didomînin. Çavdêr diyar dikin ku armanc ji van sûcan koçberkirina şêniyên mayî ne.

Tirkiye hewl dide şêniyên mayî koçber bike
19 hezîran, 2020   06:06
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Du roj beriya niha bi dehan xelkê gundên Bab El-Xêr, Can Temir û Um Uşba yên rojhilatê navçeya Serêkaniyê ya dagirkerî li dijî sûcên komên çeteyên Tirkiyê, êrişên li dijî welatiyan û talankirina zeviyên wan ên çandiniyê xwepêşandanan lidar xistin.

Li herêmên din ên dagirkerî Efrîn û Girê Spî çeteyên Tirkiyê sûcên xwe didomînin. Li herêmên Til Temir, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, Minbic û Şehbayê hêzên dagireker bi zanebûn zêdeyî 60 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitandin û zêdeyî 3 hezar 5000 darên zeytûnan  telef kirin.

Bi hatina mewsima çinînê re çete di bin navê "Ziketê" de baceyan li cotkran ferz dikin. Cotkarên ku bacê nedin dexlên wan tên desteserkirin.

Li aliyekî din jî bi hinceta ku belgeyên îsbatê li cem cotkaran nînin dest danîne ser gelek zeviyan.

Li ser mijarê endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Mihemed Nezîr Xelef got: “Tirkiye hewl dide bi rêya terorîst û çeteyên xwe şêniyên resen ên ku  mane li herêmên dagirkirî koçber bike.

Xelef wiha domand:"Piştî ketina Sultan Ebdulhemîd û hilweşandina împratoriya Osmanî komara Tirkiyê ya nû di sala 1923‘yan de ji aliyê Mustefa Kemal ve hate avakirin. Piştî wî Îsmet Înonû, Celal Beyar, Fexrî Korturk, Cewdet Sonay, ta Sulyeman Demirel û yê zordarê serdemê Recep Erdogan hemûyiyan  gelê Tirk xistin nav xeyala ku ew di orta dimin de dijîn. Ji berê vê yekê qirkirinên pêk anîn, mîna komkujiya Sêfo.”

Xelef destnîşan kir ku Erdogan di serdema nû de hewl dide bi rêya êrişên xwe gelê Kurd qur bike, demografiya herêmên kurdî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere. Xelef axaftina xwe wiha domand: “Bûyerên ku li Efrînê piştî dagirkerinê rû didin, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab û Cerablus dide nîşandan ku Erdogan li ser şopa kalikên xwe Osmanî dimeşe.

Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî zêdeyî ji sedî 60 niştecihên wê yên resen hatin koçberkirin, niha jî hewl tê dayîn ku niştecihên mayî jî bi rêya kiryarên  rojane yên revandin, qetilkirin, talankirin, dizî û şewitandina zeviyan  bidin koçberkirin da ku demografiya herêmê bi tememî biguherin."

 

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Mihemed Nezîr Xelef diyar kir ku planên Tirkiyê yên di herêmê de mezin in, vedigerin serdema kalikên wî Osmanî û ev tişt got: "Hêzeke leşker pêwîst dike da ku wê ji hermên Sûriyê û hewldanên wê di herêmên din mîna Lîbya, Sûdan  û hwd paşde vegerine, ji ber ku xeteriyeke rasteqîn li ser tevahî herêmê ye."

Di meha borî de zêdeyî 20 rêxistinên mirovî, sivîl û hiqûqî bi nameyekê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin ku sûcên der exlaqî yên Tirkiyê rawestînin.

Rêxistinên ku name îmze kiribû ev in: Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR),  Rêxistina Kurd a Mafên Mirovan li Sûriyê, Navenda Belgekirina Binpêkirnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Qanûnî ya Kurdî, Komeleya Parastina Gelên Di Bin Gefan De- Almaniya, Komîteya Kurd a Mafên Mirovan, Komeleya Parastina Mafên Mirovan li Nemsayê, Rêxistina Mehabat a Mafên Mirovan, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF), Saziya Êzidiyan a Ragihandin û Hiquq, Navenda Lêkolîn a Lêkolînên Qanûnî, Navenda Sûriyê ya Parastina Mafên Mirovan, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê, Tora Efrîn Post a Nûçeyan, Rêxistina MAfên Mirovan –Efrîn, Navenda Efrîn a Ragihandinê, Însyatîfa Parastina Hiqûq a Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê û Komeleya Hêvî ya Kurd li Belçîka.

ANHA