Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye

Li gundewarên Reqayê çandina darên berhemdar bi astek bilind de belav bûye. Li herêma El-Kesrat dar bi rêjeya ji sedî 75 ji rûbera herêmê hatine çandin. Ev zevî rêgeza xwetêrkirinê ji şêniyên herêmê re peyda dike.

Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
Li gel buhabûna lêçûna çandiniyê, çandina darên berhemdar zêde bûye
19 hezîran, 2020   06:43
REQA-EHMED EL-ESAF

Li gel buhabûna lêçûna çandina hilberînên genim, ceh û pembo piraniya şêniyên gundewarê Reqayê dest bi çandina cureyên cuda yên darên berhemdar kirine. Ji ber ku herêm nêzî beravên çemê Firatê ne, axa wê berhemdar e. Ev jî hawîrdorek guncew ji bo mezinbûna cureyên cuda yên darên berhemdar diafrîne.

Li herêma El-Kesrat li başûrê bajarê Reqayê li ser berava çemê Firatê ji aliyê rastê ve, piraniya şênî debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Bi taybet çandina sebzeyan û hilberînên mewsimî. Lê piştî binkentina mewsiman û buhabûna lêçûna çandiniyê, cotkaran berê xwe dan çandina darên berhemdar. Îro dar bi rêjeya ji sedî 75 ji rûbera herêmê hatine çandin. Ji ber lêçûna wê ya kêm ev çandinî li herêmê belav bûye.

Darên têne çandin ev in, xox, şeftalî, tirî, hinar û hirmî. Çandina van daran, sûd li cotkaran kir û rêgeza xwetêrkirinê li herêmê ji fêkiyan peyda kir. Li rex wê jî hilberîna zêde ji herêmên din re têne şandin. Fêkiyên El-Kesrat bi kalîtabûna xwe navdar in.

Cotkarê bi navê Elî El-Ebid ji şêniyên gundê El-Fixîxe yê girêdayî herêma El-Kesrat e, got: "Herêma El-Kesrat herêmek çandinî ye û xwedî axek berhemdar e. Tê de tevahiya hilberînan mezin dibin. Ji ber buhabûna lêçûna çandina hilberînên mewsimî cotkaran dest bi çandina daran kirin. "

Li gundê El-Fixîxe derdora 100 hezar darên berhemdar ji cureyên cuda hene. Ev dar bi lêçûnek kêm qutek baş ji cotkaran re peyda dikin.

El-Ebid wiha domand: "Bihayên fêkiyan guncew in û li gorî şêniyan e. Ruxmî ku madeyên din buha bûne. Lewra em bang li komîteyên çandiniyê û kooperatîfan dikin ku piştgiriya çandiniya sebzeyan û fêkiyan bikin."

Ji bo naskirina mijarê ANHA`ê hevdîtinek bi hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a El-Kesrat Ebdulkerîm El-Kewan re çêkir. El-Kewan destnîşan kir ku ji ber derfetên kêm nikarin desteka cotkaran bikin û got: "Derfetên me kêm in. Me mazot bi bihayê 75 lîreyên Sûriyê ji lîtreyekê re li cotkaran belav kir. Me bi rêxistinekê re koordîne kir û hinek amûrên çandiniyê  ji cotkaran re pêşkêş kirin. Niha em carek din serjimariyê çêdikin ji bo ku beşên nû ji mazotê belav bikin. Heger derfet peyda bibin em ê desteka cotkaran bikin."

(şx)

ANHA