​​​​​​​Biro: Tirkiye serdestiya herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê dike

Endamê Rêveberiya Daîreya Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê –Yekitî Hesen Biro got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe serdestiya herêma Başûrê Kurdistanê, Iraqê û qanûnên navdewletî binpê dike. Em bang li tevahiya partiyên Kurd dikin ku bi lez nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”

​​​​​​​Biro: Tirkiye serdestiya herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê dike
19 hezîran, 2020   06:01
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-COZA ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker ji ber siyasetên AKP’ê hem di hindir de hem jî di siyasetên xwe yên bi derve re di aloziyê re derbas dibe. Li aliyekî din jî ji ber daketina lîreyê Tirkiyê, Tirkiye di aloziyeke aborî re derbas dibe. Dewleta Tirk a ku ji hemû aliyan ve tengav bûye, li herêmên rast û çepê xwe dixe. Hewl dide bi rijandina xwîna gelê herêmê xwe li ser lingan bigre.

Beriya du rojan balarfirên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya temamkirina rêzesûcên xwe li dijî gelê Kurd de, êrişî herêmên Şengal, wargeha Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê kir.

Girêdayî mijarê, endamê Rêveberiya Daîreya Partiya Yekitiya Demokratk a Kurd li Sûriyê -Yekitî Hesen Biro ji ANHA’yê re axivî û got: "Dewleta Tirk di demek ku DAIŞ ji aliyê QSD’ê ve hat têkbirin û tunekirina şaneyên DAIŞ’ê de pêk hat. Heman demê de hêzên Iraqê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin. Roj bi roj delîl û belgeyên ku piştgiriya Erdogan ji DAIŞ`ê re îsbat dikin, eşkere dibin. Ew jî qenata cîhanê ku Tirkiyê bi rêya pêşengiya tevgera Îxwan Muslimîn desteka komên terorîst dike, xurt dike."

ARMANCA ÊRIŞÊN LI SER ŞENGAL Û MEXMÛRÊ

Biro anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker rêveberiyên Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê wek armancekê ji xwe re dihesbîne û got: "Ji ber ku li cem wan rêveberiyan, delîlên ku desteka Tirkiyê ji terorê re û bikaranîna wê li dijî gelê Kurd îsbat dikin hene. Li wir jî Partiya Karkerên Kurdistanê heye, ku Erdogan binkeftina xwe bi êrişên li dijî wê vedişêre." 

Biro axaftina xwe wiha domand: “Ji bo doza Kurd li Tirkiyê, çi li Qendîl çi bi nûnerên Kurd di parlamantoya Tirkiyê de bi rêya HDP`ê  deriyê diyalogê ji Tirkiyê re vekirî ne. Lê AKP bi vê hişmendiya niha diyalogê û çareseriyên demokratîk qebûl nake. Ji ber ku tê de dawiya Erdogan û partiya wî ye.”

‘DIVÊ PARTIYÊN KURD BI LEZ NAKOKIYÊN DI NAVBERA XWE DE ÇARESER BIKIN’

Biro bang li gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hember êrişa artêşa Tirk a dagirker bibin yek û şermezar bikin.

Biro rave kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê serdestiya herêmê û Iraqê û qanûna navdewletî binpê dike.

Hesen Biro di dawiyê de ban li partiyên Kurd kir û got: “Divê partiyên Kurd lihev bikin, pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û ji bo bersivdayîna êrişên Tirkiyê û serxweşkirina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çareseriyekê bibînin.”

 (şx)

ANHA