‘Lihevkirina Kurd, xwişk û biratiya gelan û yekîtiya niştîmanî ya Sûriyê xurt dike’

Cigîrê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokartîk Hikmet El-Hebîb got: “Dosyaya Kurd yek ji dosyayên herî giring ên Sûriyê ye. Lihevkirina hêzên Kurd gavek ber bi yekîtiya niştîmanî ya Sûrî tê hesibandin. Em bang li tevahiya hêz û partiyên Sûriyê dikin ku heman gavan bavêjin da ku bigihêjin çareseriyek siyasî ku aloziya Sûriyê bidawî bike.”

‘Lihevkirina Kurd, xwişk û biratiya gelan û yekîtiya niştîmanî ya Sûriyê xurt dike’
19 hezîran, 2020   04:46
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Şandeyên Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û ENKS di 17`ê Hezîranê de ragihandin ku qonaxa yekemîn a danûstandinên yekîtiya Kurd bi lihevkirinek siyasî hevpar tacîdar bû.

Cigîrê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokartîk Hikmet El-Hebîb pêkhatina lihevkirinê di navbera her du şandeyan de pîrzo kir û got: "Ev lihevkirin di demek hesas de çêbû. Ev gav ji bo parastina yekîtiya Sûriyê gelek girîng e û dehf dide xebata siyasî li Sûriyê."

El-Hebîb axaftina xwe wiha domand: “Li Sûriyê dosyaya Kurd ji dosyayên girîng e. Lihevkirina ku di navbera her du şandeyan de pêk hatiye, gavek ber bi yekîtiya niştîmanî ya Sûriyê ve tê hesibandin. Ev lihevkirin xebatên Rêveberiya Xweser a ku bi saya fedekariyan bi hezaran şehîdan ji pêkhatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, xurt dike. Da ku bibe projeyek ku nasnameyên pêkhateyan diparêze û di destûra Sûriyê de were rûniştandin. Pêkhatina lihevkirinê di navbera hêzên Kurd de têgeha neteweya demokratîk û biratiya gelan xurt dike. Em xwedî projeyek demokratîk in û ev proje ji hemû sûriyan re ye.”

Di dawiyê de Hikmet El-Hebîb spasiya her kesê yan jî aliyê ku lihevkirinên Kurd-Kurd biser xistiye kir û got: “EM hêvî dikin ku  her du şandeyên Kurd bi lez gavan bavêjin. Em bang li hêz û partiyên Sûriyê dikin ku heman gavan bavêjin da ku bigihêjin çareseriyek siyasî ku aloziya Sûriyê çareser bike û hincetên dewletên dagirkerên Sûriyê bidawî bike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j1e29223-Qc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>