Konseya Ewlehiyê pêşniyara vekirina deriyê Til Koçerê dinirxîne

Konseya Ewlehiyê ya navdewletî pêşniyara vekirina deriyê sînor ê Til Koçer-Yarubiye heta 6 mehan ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî dinirxîne.

Konseya Ewlehiyê pêşniyara vekirina deriyê Til Koçerê dinirxîne
18 hezîran, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya navdewletî di Çileyê de destûr da ku alîkarî bi rêya du deriyên sînor ên ku dikevin herêmên bin kontrola Tirkiyê  û çeteyên wê heta 10`ê Tîrmehê, derbasî Sûriyê bibin. Lê deriyên sînor ên bi Iraq û Urdinê re paşguh kir.

Almanya û Balçîka pêşniyar ji Konseya Ewlehiyê ya navdewletî re pêşkêş kirin, ji bo ku deriyê Til Koçerê `Yarubiye` li ser sînorên Iraqê heta şeş mehan careke din were vekirin da ku alîkarî bigihêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(şx)