Li Helebê bi hezaran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê meşiya.

Li Helebê bi hezaran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Helebê bi hezaran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Helebê bi hezaran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Helebê bi hezaran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
18 hezîran, 2020   19:47
HELEB

Bi diruşmeya "Li dijî êrişên hovane û qirkirinê em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin" bi hezaran şêniyên taxên Şêxmmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber avahiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankarên bi zimanên Erebî û Kurdî "Ji qirkirin û dagirkirinê re na", "Ji êrişên Tirkiyê yên li sre Mexmûr, Şengal û Qendîlê re na" û "Bi îrade û têkoşînê em ê biser bikevin" hatin hildan.

Meşvanan di kolanên sereke yên taxê geriyan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal, Mexmûr û Qendîlê berz kirin.

Meş li qada Cibayat veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo û Hevseroka Malbendiya Heleb a Rewşenbîran Leyal Xalid axivîn.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê hatin şermezarkirin û hate gotin armanca êrişa tunekirina hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wê ne.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl didin hewldanên nêzîbûna û yekitiya Kurdî derbe bikin. Axaftivanan diyar kirin ku ew ê têkoşînê dewam bikin.

ANHA