Dadgeheke dewleta Tirk 3 sal û 9 meh ceza da Azad Bedran

Dadgeheke dewlet Tirk bi tawana ku “paropaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh ceza li hunermed Azad Bedran birî.

Dadgeheke dewleta Tirk 3 sal û 9 meh ceza da Azad Bedran
18 hezîran, 2020   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermendê Kurd Azad Bedran li ser destûra Wezareta Çandê ya Tirkiyê ku bandrol dabûyê, klîba strana “Partîzan” kişandibû û belav kiribû. Her wiha Bedran li gelek şahî û çalakiyan stran gotin û di medya civakî de belav kir.

Bi îdiaya ku Bedran “propaganda rêxistinê kiriye” Dadgeha Amedê lê doz vekir. Danişîna dozê îro li hat lidarxistin. Bedran beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Soran Haldî Mizrak amade bû. Beriya niha Dadgeha Amedê ceza li Bedran birîbû û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Îro dîsa doz hat lidarxistin û dozger xwest ji ber parvekirinên medya civakî û stranên Bedran ceza were birîn.

Parêzer Mizrak parastina miwekîlê xwe kir û xwest were beratkirin. Tevî vê yekê jî dadgehê biryara dozger pejirand û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Bedran birî.

Parêzer Mizrak got ew ê li dijî biryara dadgehê îtîraz bikin.