Li gundewarên Helebê di teqînekê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku îro li gundewarên bakurê Helebê di encama teqîna mayinekê de du leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.

Li gundewarên Helebê di teqînekê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn
18 hezîran, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê diyar kir ku li ser rêya di navbera herêmên Cazar û Ezazê de li bejahiya bakurê Helebê, dema erebeyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker derbas dibû, mayinek teqiya û di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.