7 dewletan piştgirî da helwesta Fransayê ya li dijî Tirkiyê

Çavkaniyên dîplomatîk kifş kir ku bi rêya dan û standinên NATO`yê re 7 dewletan piştgiriya xwe ji helwesta Fransayê ya li dijî Tirkiyê re nîşan da.

7 dewletan piştgirî da helwesta Fransayê ya li dijî Tirkiyê
18 hezîran, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên parastinê yên dewletên endamên NATO`yê duh civîneke online li dar xist û nûnerê kar û barên derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell tev li civînê bû.

Çavkaniyên ji El-Erebiye re diyar kir ku 7 dewletan bi rêya civîna NATO`yê piştgiriya helwesta Fransayê ya li dijî Tirkiyê kirk u di nav de Almanya, Îtalya û Spanya jî hene.

Di heman çarçoveyê de dîplomatekî ewropî parve kir ku Yekitiya Ewropayê ji aloziya li Rojhilata Navîn bi fikar e, her wiha ragihand ku wezîrên karên derve yên dewletên yekitiyê dê di civîna 13 Tîrmehê de qala têkiliyên bi Tirkiyê re jî bikin.

Her wiha dê Meclisa Mafên Mirovan a li Cinêvê îro di civînê de nîqaşa sûcên xeternak ên li Lîbyayê têne pêkanîn, bike.

Fransa Tirkiyê tawanbar dike û dibêje ku NY’yê şandina çekan ji Lîbyayê re qedexe kiriye lê Tirkiye vê yekê binpê dike û Enqere li pêşberî agirbestê dibe asteng.

eh