Rêveberiya Xweser dê fonên karmendan ji sedî 150 zêde bike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku fonên karmendên di saziyên xwe de dixebitin, bi rêjeya ji sedî 150 zêde bike.

Rêveberiya Xweser dê fonên karmendan ji sedî 150 zêde bike
18 hezîran, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryar da ku fonên karmendan bi rêjeya ji sedî 150  bên zêdekirin.

Di biryarê de ku li ser rûpela fermî ya Rêveberiya Xweser hate weşandin, wiha hate diyarkirin:

“Fona mehane ya hemû karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser de ji 1’ê meha Hezîranê ve bi rêjeya ji sedî 150 dê bê zêdekirin.  Biryara zêdekirina fonan tenê ji bo wan kesan e ku bi peymanên qanûnî di saziyan de kar dikin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd Hamid El-Mihbaş ji kanala Rojava re daxuyand ku fon dê li gorî dolar bin, eger nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar kêm bibe, wê demê fon dê zêde bibin.

ANHA