Diyar bû ku Kesê di bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûye pêşmergeyê PDK’ê ye

Eşkere bû ku kesê di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Biradost şehîd bû pêşmergeyê PDK’ê ye.

Diyar bû ku Kesê di bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûye pêşmergeyê PDK’ê ye
18 hezîran, 2020   09:19
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şava borî li herêma Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê balafirên şer ên dewleta Tirk koçerên herêmê bombebaran kirin. Di encamê de pêşmergeyek şehîd bû. Îro cenazeyê wî spartin xakê.

Pêşmergeyê şehîd bûye xelkê Dihokê ye û navê wî Ebas Mexdîd e. 37 salî ye. Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. Li Fermandariya Spîlik dewam dikir ku ser bi hêzên 80’î yên pêşmergane.

Îro cenazeyê wî li goristanekî bajaroka Herîr a ser bi Hewlêrê hate veşartin.

Lê, medya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berpirsên PDK’ê Ebas Mexdîd weke şivan pênase kirin. Lê, li gorî zanyariyan Ebas Mexdîd li Fermadariya Felek a ser bi hêzên PDK’ê pêşmerge bû.