Cenazeyê welatiyê revandî hate dîtin

​​Welatiyê bi navê Qeys Kinco yê ji niştecihên taxa Eşrefiyê ya Efrînê beriya hefteyekê çeteyan revandibû û duh cenazeyê wî li nav zeviyên herêma Ezazê hate dîtin.

Cenazeyê welatiyê revandî hate dîtin
18 hezîran, 2020   08:33
ŞEHBA

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Efrînê diyar kir ku duh cenazeyê welatiyê bi navê Qeys Kinco li nava zeviyên herêma Ezazê ya ku artêşa Tirk dagir kiriye, hate dîtin.

Çavkaniyan da zanîn ku komên qaşo ewlehiyê li herêma Ezazê ya girêdayî dewleta Tirk beriya hefteyekê welatiyê bi navê Qeys Kinco bê sedem revand, îşkence lê kir, ew qetil kirin û paşê avêtin nava zeviyên gundê Tatiyê yê herêma Ezazê yê bakurê Helebê.

Artêşa Tirk hîn jî li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê sûcan pêk tîne, di heman demê de çete sivîlan direvînin û hemberî serbestberdana wan fidiyan dixwazin.

(eh)

ANHA