Rûsya û artêşa Tirk li rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyê kir

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li rojavayê bajarê Kobanê dest bi dewriyeya hevbeş kir.

Rûsya û artêşa Tirk li rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyê kir
18 hezîran, 2020   08:24
KOBANÊ

Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêran û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê û ji gundê Aşmê yê nêzî sînorê rojavayê bajarê Kobanê dest bi gera xwe kir.

Tê payîn ku dewriye di gundên Aşmê, Carqelî, Dîkimdaş, Xorîxorî, Boban, Seftik û çend gundên din ên nêzî xeta sînorê Sûriyê-Tirkiyê  re derbas bibin.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li ser esasê Peyaman Soçiyê bi rê ve diçe ku 22’yê Cotmeha 2019`an hate îmzekirin.

(eh)

ANHA