Herêma Kesk a Bexdayê hate topbarankirin

Îro çavkaniyekên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku Herêma Kesk a naverasta Bexdayê bi moşekên katyûşa hate topbarankirin.

Herêma Kesk a Bexdayê hate topbarankirin
18 hezîran, 2020   07:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Sumeriye News re ragihand ku di berbanga sibê de du moşekên katyûşe li qada şahiyan a li Herêma Kesk ketin. Di encamê de, zirarên madî çêbûn û tiştek bi kesî nehat.

Çavkaniyan got hêzên ewlehiyê gihaştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin.

Herêma Kesk yek ji girîngtirîn herêmên paytexte Iraqê ye û her tim rastî êrişan tê.