Rojeva rojnameyên erebî – 18 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser ferizkirina Qanûna Qeyser li ser hikumeta Beşar Esed, hevjîna wî Esma Esed û hewldanên dewleta Tirk ku li Lîbyayê bi pêş de biçe ku vê yekê jî Fransa wek xeteke sor dibîne.

Rojeva rojnameyên erebî – 18 Hezîran
18 hezîran, 2020   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: DYA’YÊ DEST BI PÊKANÎNA QANÛNA QEYSER KIR

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan yek jî Qanûna Qeyser e. Rojameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Duh DYA`yê ceza li ser bi dehan berpirs û kesayetên Sûriyê birî. Ji wan serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed. Ev wek gava destpêkê ya pêkanîna Qanûna Qeyser e. Her dê berfireh bibe da ku di çarçoveya Qanûna Qeyser de zextê li Şamê bike."

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de wiha got: "Em cezayên zêdetir texmîn dikin. Em nasekinin heta ku Esed û rejîma xwe şerê hovane li dijî gelê Sûriyê bisekinîne. Destpêkê hemleya zexta aborî û siyasî dê berdewam be.

Pompeo ragihand ku Qanûn Qeyser li dijî kargehên ku bi Esed re kar dikin, wê ceza li wan jî werin birîn.

Tê zanîn ku beriya Qanûna Qeyser dest pê bike, aboriya Sûriyê hejand. Komên destpêkê ku ceza li ser wan hatine ferzkirin, 93 kes in. Ji wan serokê Sûriyê û hevjîna wî ne. Ev cara yekemîn e ku Esma Esed rastî cezayên DYA’yê tê.”

EL-EREB: BAŞÛRÊ LÎBYAYÊ JI FRANASAYÊ RE XETA SOR E Û TIRKIYE HEWL DIDE DERBAS BIKE

Rojnameya El-Ereb behsa hewldanên pêşveçûnên Tirkiyê li Lîbyayê kir û wiha got: "Hewldanên Tirkiyê û li pişt wê DYA ji bo bajarê Sirte yê Lîbyayê û herêma rawestgehên petrolê bixin bin serweriya xwe, nasekine. Lê belê vê yekê derbas dike da ku destê xwe deyne ser herêma Fizan (Başûr) ku ew jî herêmeke girêdayî Fransayê ye. Ev yek pirsên têkildarî ku Parîs dê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên leşerî têkeve nava tevgerê yan jî dê tenê di asta daxuyaniyên şermezarkirinê de bimîne, zêde dike."

EL-BEYAN: LI BAŞÛRÊ SÛDANÊ LIHEVKIRIN LI SER PARVEKIRINA WÎLAYETAN

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsand: "Her du dijminên sereke di şerê li başûrê Sûdanê de der barê parvekirina serweriya li ser 10 wîlateyên welat de li hev kir. Ev yek jî ji mezintirîn gefên li ser aştiyê ji destpêka avakirina hikumeta Yekitî ve bû.

(bx)