Almanya û Belçîkayê ji Meclisa Ewlehiyê daxwaza vekirina dergeha El-Yerûbiyê kir

Almanya û Belçîkayê di projeya ku dane Meclisa Ewlehiyê de daxwaz kir ku dergeha Til Koçer a El-Yerûbiyê ya di navbera sînora Iraq û Sûriyê de, heta 6 mehan bê vekirin.

Almanya û Belçîkayê ji Meclisa Ewlehiyê daxwaza vekirina dergeha El-Yerûbiyê kir
18 hezîran, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê hefteyê, Almanya û Belçîkayê projeya vekirina sînorê Sûriyê ku salekê bê dirêjkirin,  ji Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê re parve kir da ku alîkariyan di rêya wan re bişînin, di vê derbarê de hin dîplomatan jî da xuyakirin ku dibe Rûsya vê projeyê red bike.

Hate destnîşankirin ku zêdetirî 11 hezar sûrî alîkarî jê re divê û vekirina sînor çareseriyeke lezgîn û demkî ji peydakirina pêdiviyên wan re ye.

Piştî pêkanîna vetoya 14 ya ku ji dema şera Sûriyê ya sala 2011`an ve hatibû destpêkirin,  Rûsya hejmara dergehên derbaskirina madeyan di sînor re, kêm kir ku ji çar dergehan tenê hişt ku 2 bên bikaranîn.

Moskov wê demê li ser hevalbendên xwe  ferz  kir ku dema nîqaşê heta 6 mehan dirêj kir û di 10  meha Tîrmehê de ev dem wê xelas bibe.