MSD û Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê koalîsyoneke siyasî ragihand

Duh di encama lidarxistina civîneke çapemeniyê ku li Viyanayê bi rê ve çû, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê avakirina koalîsyoneke siyasî ragihand.

MSD û Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê koalîsyoneke siyasî ragihand
18 hezîran, 2020   07:27
NAVENA NÛÇEYAN

Di civîna çapemeniyê de serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê Dr.Emîr Zêdan û hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar axivîn.

Emîr Zêdan daxuyaniya koalîsyonê xwend û got Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê ji destpêka avakirina xwe de anku ji beriya 5 salan ve, rêxistineke siyasî ye û di encama komxebatekê de hatiye  avakirin.

Zêdan wiha dewam kir: "Komeleyê hewl daye hevdîtinê di navbera hêzên demokratîk ên Sûriyê de çêke ji bo pêkanîna armancên şoreşa gelê Sûriyê yê azadîxwaz, yekitiyekê ava bike, her wiha ji rêxistineke dîktatorane ber bi sîstemeke demokratîk ve biçin û bi vê yekê guhartineke siyasî çêkin, li ser esasê rêgeza hemwelatiyê gelê Sûriyê bê cudahî bi erkên xwe rabin."

Emîr Zêdan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bi armanca hevgirêdana bi rêgez û armancên Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê û parastina kar û xebata hevbeşî û afirandina lihevkirinên dualî yên têkildarî qonaxên bê de, ew îro bi Meclisa Sûriya Demokratîk re koalîsyonekê radigihînin û bi awayî tev li projeya nîştimanî ya Sûriyê dibin."

Riyad Dîrar anî ziman ku dema di navbera gelê Sûriyê de diyalog li dar bikevin û armanc yek be, dê her kes bibîne ku rêya wan yek e.

Komeleya Niştimanî ya Sûriyê xwe wekî desteyeke niştimanî siyasî civakî dide naskirin û nûnertiya hemû pêkhate û hêzên bingehên ên Sûriye dike. Komele bi rêya desteyeke demkî ku cihê Beşar Esed têde tune be, çareseriya siyasî û pêşdîtina pêşerojê ya Sûriye dibîne. Her wiha daxuyaniya Cenêvê jî wekî rêgezekî esasî ku ji wir divê dest bi kar were kirin û avakirin, ji xwe re esas digire.

 (eh)

ANHA