Parlamenterên YNK’ê: Divê leşkerên Tirk ji Iraqê bên derxistin

Koma YNK’ê ya li parlamentoya Iraqê êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî Şengal, Mexmûr, Biradost û şermezar kirin. Parlamentran got êriş binpekirina serweriya Iraqê ne û bang li hikumeta Iraqê û hêzên navneteweyî kir ku dawî li hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bînin.

Parlamenterên YNK’ê: Divê leşkerên Tirk ji Iraqê bên derxistin
18 hezîran, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parlementoya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û her wiha topbarana rejîma Îranê şermezar kirin.

Koma YNK’ê di daxuyaniyê de bi taybet êrişên li dijî kampên koçber û penaberên Şengal û Mexmûrê yên girêdayî parêzgeha Nînowayê şermezar kir û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Berê niha du rojan dewleta Tirkiye êriş li dijî kampên penaberan ên Şengalê û Mexmurê ku girêdayî parêzgeha Nînowabûn pêkanî. Her wiha artêşa Tirk bi awayeke hovane êrişê gund û herêmên sivîl yên Heftanînê û hinek deverên din ên girêdayî parêzgeha Dihokê kir û wêran kir. Tirkiye hewl dide bi vî awayî tirs u xofê di nava civakê de çêbike, ji bo welatî gundên xwe terk bikin. Dixwazin herêmê bê mirov bikin, ji bo zêdetir daxilê axa Iraqê bibe. Bi taybet dixwaze herêma Biradost a girêdayî Hewlêrê bê mirov bike û li cihê wan hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bicih bike û serweriya xwe li herêmê pêkbîne.”

Di daxuyaniya Koma YNK’ê de topbaranên rejîma Îranê yên li dijî gundên girêdayî herêma  Hacî Umranê hate şermezar kirin û ev tişt hate gotin, “Em ji van êrişên dewleta Tirk û topbaranê Îranê matmayî mane u vê yekê weke tecawizeke eşkere ya li dijî serweriya dewleta Iraqê dibînin.”

Koma YNK’ê êrişên Tirkiyeyê berovajiyê qanûnên navnetewî dibîne û ev bang li hêzên navnetewî û hikûmeta federal a Iraqê dike, “Em hem ev destdirêjiyên dijî serweriya Iraqê şermezar dikin û hem jî bang li Hikûmeta Iraqê dikin, hewlesteke cidî nîşan bide. Divê Iraq parastina serweriya xaka Iraqê bike û welatiyên ji ber êrişên dewleta Tirk mexdûr dibin, biparêze. Divê pêşî li êriş û destdirêjiyên ku welatiyên sivîl jê bandor dibin, bigire. Divê civaka navnetewî bi awayeke lezgîn destwerdan li rewşê bike û dawî li hebûna leşkerên Tirkiye li Iraqê bîne û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike, da pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêyên demokratîk çareser bike û şerê xwe derxe derveyî axa Iraqê.”