Hêzên Ewlekariya Dêrazorê: Sûcdar wê bê hesab nemînin

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê diyar kir ku derbarê bûyerên qetilkirina sivîlan de lêpirsîn û lêkolîn bê navber dewam in û got: "Destê ku dirêjî ewlehiya herêmê dike wê bê hesab nemîne."

Hêzên Ewlekariya Dêrazorê: Sûcdar wê bê hesab nemînin
17 hezîran, 2020   14:00
DÊRAZOR – ELÎ SALIH

Di rojên dawî de li gundewarê Dêrazorê de çend bûyerên qetilkirina sivîlan çêbûn. Beriya du rojan 4 kesên çekdar ku rûyên xwe veşartibûn êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Teyanayê kirin û serokê wê Sekat El-Mûsa  kuştin. Duh jî cenazeyê xebatkarê Şaredariya Gel a bajarokê Sihêl Hemûd El-Mustefa yê ku beriya du rojan winda bibû, kuştî hate dîtin. Tê tercîhkirin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li pey van sûcan in.

Derheqê van bûyeran de endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêraozrê Beşar Seeb ji ANHA‘yê re axivî.

Beşar Seeb anî ziman: "Di demên dawî de şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê derbeyên giran xwarin. Di çarçoveya Pêngava Tunekirinê terorê de li gundewarên bakurê rojhilatê Dêrazorê d bi dehan çete hatin girtin. Ji ber vê yekê hin çeteyên terorîst sivîl, bi taybet xebatkarên Rêveberiya Xweser kirin hedef qetil kirin an jî sazî şewitandin da ku ewlehî û aramiya herêmê xerab bikin."

Seeb destnîşan kir ku pêngava wan a paqijkirina herêmên rojhlatê Dêrazorê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê didome û got, pêngav bi koordîneya bi hemû hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêmên din re bi rêve diçe û diyar kir ku bi dehan çete hatin girtin.

Beşar Seeb got, Hêzên Ewleekariya Hundirîn xebateke bêhempa dimeşîne da ku sûcdar û kesên ku destên wan di xerabkirina ewlehiya herêmê de heye bêne girtin.

Endamê  Rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîna Dêrazorê di dawiya axaftina xwe de got, xebatên lêgerîn û lêpirsîn bê navber berdewam e heta sûcdar werin girtin û cezakirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GKNGJbXf3zo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>