Cezayên Qeyser ji bo 39 kesayet û saziyan e

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mîke Pompeo ragihand ku qanûna Qeyser îro bi temamî ketin meriyetê û got, di demên bê de dê cezayên zêdetir li dijî hikumeta Sûriyê û alîgirên wê hebin.

Cezayên Qeyser ji bo 39 kesayet û saziyan e
17 hezîran, 2020   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo di daxuyaniyekê de got: "Em îro dest bi kampanya zexta siyasî û aborî ya li gorî qanûna Qeyser li dijî rejîma Sûriyê da destpêkirin, ku dê cezeyên mezin ên aborî li ser rejîma Esed û alîgirên wê ferz bikin."

 Pompeo  diyar kir ku ceza ji bo serokê rejîma Sûriyê Başar Esed û hevsera wî jî di nav de li dijî 39 kes û saziyan ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kampanyaya hesabxwestinê ji rejîma Sûriyê ji ber sûcên wê yên li dijî sivîlan berdewam e. Kî bi rejîma Esed re kar bike, li ku dibe bila bibe wê liv û tevgera wan bê astengkirin û pêkanînên malî li wan bê ferzkirin."

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya DYA‘yê hate destnîşankirin "Ji navê ku bi cezayan werin hedefgirtin alîgirê Esed Mihemed Hemşo û furqeya Fatimiyan a Îranê ne."

Navê Mahîr Esed û furqeya wî ya 4‘an û fermandarên furqeyê Xesan Elî Bîlal û Samir El-Dane  jî di lîsteyê de hebûn.  Her wiha navên Buşra Esed (Xwişka Beşar) Menal Esed, Ehmed Sabir Hemşo, Umir Hemşo, Elî Hemşo, Ranya Debas û Sumeya Xemsa jî di lîsteyê de hatin bi bîrxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate got: "Ev kampanya ji bo cezakirina serkêşên rejîmê ne, dê di hefte û mehên bê de dewam bike da ku kesayet û şirketên alîgirên Esed ceza bikin ên ku çareseriya siyasî ya aştiyane ya li gorî biryara Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî asteng dikin."