Ji destpêka Tîrmehê de buhayê înternêtê ji sedî 20 kêm dibe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji 1‘ê Tîrmehê de buhayê pakêta servîsa înternêtê ji sedî 20 kêm bibe.

Ji destpêka Tîrmehê de buhayê înternêtê ji sedî 20 kêm dibe
17 hezîran, 2020   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Buroya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd ji ANHA‘yê re daxuyand: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di civîna Desteya Serokatî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê de ya li navçeya Amûdê hat lidarxistin, girîngiya kêmkirina buhayê pakêta înternêtê nîqaş kir."

Ahîn Siwêd diyar kir ku buhayê 1 megabyt a înternetê heya 8 dolar bû û anî ziman ku Rêveberiya Xweser di civînê de biryar da ku ji destpêka Tîrmeha bê de buhayê pakêtên înternetê ya optîkî ji% 20 kêm bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qGMT-YuXd58" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>