Heta niha 220 hezar ton genim hatiye wergirtin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku 220 hezar ton genim ji cotkarên li herêmên Rêveberiya Xweser wergirtine, her wiha ragihand ku dest bi dayîna fatoreyan kiriye.

Heta niha 220 hezar ton genim hatiye wergirtin
17 hezîran, 2020   12:49
REQA

Rêveberiya Xweser zêdetirî 22 navend ji bo wergirtina genim ji cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin. Navendan di destpêka meha Hezîranê de dest bi wergirtinê kir.

Ji destpêka ku navend hatine vekirin û heta duh 16`ê Hezîranê de 220 hezar ton genim hate wergirtin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo destnîşan kir ku wan ji duh ve dest bi dayîna fatoreyên cotkaran li gorî başbûna pileyên berheman kiriye û li gorî lîreyê Sûriyê li beramberî dolar tên dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Hezîranê de buhayê kîloya genim bi 17 centan diyar kiribû.

Barodo piştrast kir ku wergirtin bêyî tu astengî û pirsgirêkan didome.

Tê zanîn ku bi sedan hektarên çandiniyê yên şêniyan ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên hatine dagirkirin, hatin şewitandin.

(bx)

ANHA