‘Serketina pêvajoya yekemîn di nava Kurdan de rihetiyek çêkir’

Daxuyaniya hevbeş a Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û ENKS`ê, ku pêvajoya yekemîn ji lihevkirinê biser ket, rehetiyek di nava Kurdan de çêbû.

‘Serketina pêvajoya yekemîn di nava Kurdan de rihetiyek çêkir’
‘Serketina pêvajoya yekemîn di nava Kurdan de rihetiyek çêkir’
‘Serketina pêvajoya yekemîn di nava Kurdan de rihetiyek çêkir’
‘Serketina pêvajoya yekemîn di nava Kurdan de rihetiyek çêkir’
17 hezîran, 2020   13:19
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM – BASIL REŞÎD

Di 16`ê Hezîrana 2020`an de şandeya Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û ENKS`ê pêvajoya yekemîn a lihevkirinên yekîtiya kurdî bidawî kir. Di pêvajoya yekemîn de nêrîneke siyasî hevbeş, lihevkirinên destpkê pêk hatin û ev yek gava yekemîn û girîng derbarê yekîtiya kurdî de ye.

Her du aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş lihevkirinên destpêkê ragihandin. Lihevkirina Dihokê ya 2014`an derbarê hevkariya  di rêveberî û parastinê de esas girt da ku lihevkirin û diyalogên heyî di navbera her du şandeyan de dewam bike û armanca wê ku lihevkirin di pêşeroja nêz de were îmzekirin.

Şêniyên bajarê Hesekê di vê der barê de ji ANHA`yê re axivîn.

Nalîn Mihemed wiha got: "Serketina vê pêvajoyê li gelê Kurd, tevahî partiyên beşdar, pîroz dikin. Serketina pêvajoyê hevgirtina gelê Kurd li dijî dijmin dê xurt bike."

Nalîn destnîşan kir ku metirsiyên dewleta Tirk ji yekitiya Kurdî hene û wiha pêde çû: "Ji ber wê jî her tim hewl dide bi rêya komplo û êrişên li herêmên sînor yekitiya kurdî têk bibe."

Kolana Kurd hêviyên xwe tevahî di pêkanîna yekîtiya Kurd de dibînin ku hebûn û çanda wê bisepîne, her wiha Nalîn Mihemed bi "pêngaveke girîng " wesifand da ku gelê Kurd yê bi destê dewletên deshilat li ber asîmîlekirin bû bê nasîn û wiha domand: "Heke ev yekîtî pêk hat, dê gelê Kurd bibe xwedî hêza mezin di girtina biryarên girîng û çarenûsî de."

Şêniyê bi navê Abdulqadir Ferhan li ser girîngiya serkeftina merheleya yekemîn ji dan û standinên yekitiya Kurd spas kir û wiha axivî: "Merheleya siyasî ya ku gelê Kurd û herêm tê re derbas dibe pir hesas e, ji ber dewleta Tirk a faşîst mêtîngeriya xwe li herêmên me berfireh dike. Ji lew re di vê demê de yekitî pir girîng e."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Elî Îsa bal kişand ser serkeftina vê merheleyê û daxuyaniya hevbeş û got ku vê kolana Kurd xiste nava rihetî û vehesiyekê, ew jî bi sedema ku merheleya yekemîn ji dan û standina bi awayekî baş derbas bûye, ye.

Elî Îsa bang li tevahî partiyên Kurd kir ku nakokiyên siysî bidin aliyekî û bi hev re li hember dagirkeriya destpot ku hewl dide tevahî çînên gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike, bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2pP9rmWgtyc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>