Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê mekanîzmaya mezaxtina buhayê genim diyar kir

Endamê rêveber ê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Şukrî mekanîzmaya mezaxtina buhayê genim piştî wergirtina ji cotkaran şîrove kir.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê mekanîzmaya mezaxtina buhayê genim diyar kir
17 hezîran, 2020   12:48
QAMIŞLO

Ciwan Şukrî wiha got: "Em fatoreyan rojên yekşem û çarşemê ji her hefteyekê mezaxt dikin, mezaxtina fatoreyê li gorî nirxê dolarê şeva borî ye. Li ser vê bingehê fatore di sibeha roja din de jî disepe, her wiha buhayê mezaxtina fatoreyê di wê rojê de disepe, heke nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar li sûkê hat guhartin jî."

Di heman mijarê de Şukrî wiha domand: "Heke cotkarek li gorî dora xwe û newergirtina genim di heman rojê de ku jê re hatiye diyarkirin pêk neanî, dora wî dikeve dawiya lîsteya navên heyî. Her wiha jî fatoreya wî li gorî dor an jî roja ku di destpêkê de jê re hatiye diyarkirin, tê mezaxtin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê kirîna genim bi 17 centan amerîkî re li hember her kîloyek genim diyar kiriye.

(fr)

ANHA