​​​​​​​‘Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsên êrişên Tirkiyê ne‘

Şêniyên Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) anîn ziman ku hikumeta Iraqê, herêma Başûrê Kurdistanê û Koalîsyona Navnetewî berpirsên êrişên Tirkiyê yên li ser wargehê û herêmên parastinê yên Medyayê ne. Her wiha diyar kirin ku berxwedana 26 salan a parastina nasnameya Kurdî li hemberî siyasetên înkarkirinê teslîm nebû.

​​​​​​​‘Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsên êrişên Tirkiyê ne‘
17 hezîran, 2020   04:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 60 kîlometreyan dûrî parêzgeha Hewlêrê ye. Di wargehê de zêdeyî 12 hezar sivîl dijîn ên xelkên herêma Botan û Behdînan ên Bakurê Kurdistanê ne yên ku sala 1993‘an de ji ber zulma dewleta Tirk penaber bûne. Tevî ku wargeh di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de lê hîna jî dewleta Tirk a dagirker dike hedef.

26 SAL BERXWEDANÎ

Dewleta Tirk a dagirker di salên derbasbûyî de êrişên xwe li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî zêde kirin. Di sala 2014‘an jî çeteyên DAIŞ‘ê bi fermana Erdogan êrişî wargehê kirin.

Li hemberî van êrişên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêdeng e û parastinê xelkê wargehê nake. Beriya wê jî anku dema çeteyên DAIŞ‘ê êrişî Şengalê kirin, PDK‘ê hêzên xwe vekişand û Şengalê di nava pencên çeteyan de hiştin.

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di nava gelê Kurd de wekî sembola berxwedana zindî tê naskirin a ku serî ji siyasetên deweleta Tirk a dagirker re netewand.

Desthilata PDK‘ê ji Tîrmeha 2019‘an de ambargoyeke giran li ser wargehê ferz kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker şeva 15‘ê Hezîranê bi balafiran êriş bire ser wargehê.

Der heqê êrişê de hin berpirsên wargehê ji ANHA‘yê re axivîn.

Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomatîk a wargehê Bêwar Unver anî ziman ku armanca Tirkiyê diyar e, ne tiştekî nû ye û got: "Dewleta Tirk êriş dike, hemleyên qirkirinê li dijî şêniyên wargehê didomînin. Ev hemle heta piştî ku ew di sala 1993‘yan ew dan koçberkirin dewam dike."

Unver diyar kir ku şêniyên wargeha Mexmurê beriya 26 salan ji ber zulm û zordariya siyaseta dewleta Tirk a  dagirker ji warê xwe Bakurê Kurdistanê hatin koçberkirin ji ber ku maf û nasnameya xwe ya Kurdî ji qirkirinê parasatin. Unver destnîşan kir ku şêniyên wargehê li hemberî Tirkiyê li ber xwe dan û êrişên DAIŞ‘ê yên sala 2014‘an ên li ser wargehê bersivandin.

‘PDK‘Ê Bİ TİRKİYÊ RE HEVAKAR E‘

Bêwar Unver di berdewama axaftina xwe de îşaret bi azarên ku di kampên li Başûrê Kurdistanê de têne jiyîn û destnîşan kir ku penaberên ku ji ber zulma dewleta Tirk a dagirker azar kişandine ji aliyê PDK‘ê ve rastî  kiryarên nebaş têne kirin.

Unver anî ziman ku PDK‘ê di êrişên Tirkiyê yên li ser wargeha Mexmur, Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê de hevkarê Tirkiyê ye. Her wiha bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî rexne kir û got, hikumeta Herêma Kurdistanê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker çarenûsa herêmê dixe destê dagireran.

Mamosteyê zimanê Kurdî yê wargeha Şehîd Rustem Cûdî Nûrî Babat jî got dewleta Tirk dewleteke dagirker e, gelê Kurd ê bi berxwedana xwe tê naskirin li kuderê be dike hedef. Armanca sereke ya dewleta Tirk qirkirina kurdan û lawazkirina berxwedana wê ye.

Babat destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker dê siyasetên xwe yên qirkirina kurdan bidomîne ji ber ku dixwaze teslîmiyetê li ser gelê Kurd ferz bike û ji parastina doza xwe ya Kurdî û mafên xwe yê rewa paşde vegere.

Mamoste Nûrî Babat diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide mîraseya Osmanî li Rojhilata Navîn zindî bike û wiha domand: "Tirkiyê dest di kar û barên hemû dewletan  de wer dide. Destwerdanê li Sûriyê, Lîbya, Sûdan û Bakurê Afrîkayê dike da ku sînorê dewleta Osmanî ji nû ve xêz bike. Niha dixwaza tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike wekî çawa Rojava dagirker. Ya ku dagirkeriyê hêsan dike hevkariya hikumeta herêmê û bêdengiya hikumeta Iraqê ye."

‘HELWESTA GELÊ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ YE‘

Hevseroka Şaredariya Gel a Wargeha Mexmûrê Rojîn Benek êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargehê, Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kir û diyar kir ku ber dijwariyê dengê bombebaranê hin zarok kerr bûn.

Rojîn anî ziman ku Tirkiyê dixwaze xelkê wargehê careke din penaber bike û destnîşan kir ku ambargoya ku PDK‘ê ev salek li ser wargehê ferz kiriye di vê çarçoveyê de tê.

Rojîn got: "Ne mumkin e îradeya gelê wargehê were lawazkirin. Di kêliya bombebaranê şêniyên wargehê tavilî berî dan cihê bûyerê da ku alîkariya birayên xwe bikin. Ev delîl û mînake berxwedana gel e ya ku dijmin jê ditirse.

Hevseroka Şaredariya Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Rojîn Benek bêdengiya hikumeta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha bi lêv kir: "Ne mumkin e dewletek êrişî dewletek din bike bêyî ku destur bistîne. Bêdengiya aliyên nîşaneya hevkariya wan a bi êrişan re ye."

ANHA