Çima Şengal di vê demê de?

Careke din balafirên Tirkiyê êriş bire ser çiyayên Şengalê yên li Başûrê Kurdistanê.  Pirsa ku xwe dide der, çima ev êriş di vê demê de hatin kirin? Kadar Pîrî bang kir ku divê Ereb bi lez li dijî Erdoganê ku serweriya tevahî dewletên ereban daye pêş çavê xwe, tev bigerin.

Çima Şengal di vê demê de?
17 hezîran, 2020   00:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê de şeva 15‘ê Hezîrênê Şengal, wargeha Penaberan a Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

DAIŞ LI WIR BÛ

Der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê de mûdirê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî ji ANHA‘yê re axivî.

Pîrî got: " Tişta ku destpêkê bala mirov dikişîne ev e; dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, çima artêşa Tirk û balafirên wê DAIŞ’iyên li wir bombebaran nekirin? Çima niha bombebaran dikin?"

Pîrî destnîşan kir ku dewleta Tirk beriya niha û duh bombebaran kir, dibe ku pêşerojê jî bombebaran bike, ji ber ku DAIŞ’ê ya ku bi piştevaniya Tirkiyê planên wê yên dagirkirinê li tevahî herêmê pêk dianî hat têkbirin."

DEM JI TIRKIYÊ RE NÎNE

Der barê dema pêkanîna van êrişan de Pîrî wiha got: "Her tim demek ji sûcên Tirkiyê yên bêserûber re heye. Tirkiyê li benda lihevkirin û nakokiyên navneteweyî dimîne. Tirkiyê li ser du werîsên di navbera rojhilatî û rojavayiyan de dilîze û hemû kesên ku li hember planên wê disekine dike hedef. Niha yên ku li dijî planên dewleta Tirkiyê disekinin û siyasetên wê li Sûriyê bi bin xistine, Kurd û QSD’ê ne, li parçeyekî Iraqê jî YBŞ û şervanên HPG’ê hene ku planên DAIŞ û Tirkiyê têk birin, ji lew re her tim wan hedef digire."

Pîrî diyar kir ku dem ji êrişên Tirkiyê re nîne. Ji ber dewleta Tirk her tim şervanên azadiyê, her kesê di hundir û derveyê Tirkiyê de yên ku banag wekheviyê dikin û kesên ku demokrasiyê bi cîranên Tirkiyê re dixwazin dike hedef.

Pîrî got: " Armanca diktatoran bi taybet Erdogan herêmên ku demokrasî lê hatine spandin derbe bikin. Ji ber ditirse ku sîstema demokratîk derbasî hundirê Tirkiyê jî bibe. "

Ji lew re tu demên diyar ji bo Tirkiyê tune ne. Dewleta Tirk her rewşeke li her derê şans digire da ku hundirê wê bi sedema rewşên aborî, siyasî û civakî neteqe. Ji ber vê dê li derve şer bike û hewl bidin herêmên dîtir dagir bikin. Niha li Lîbya ye û hewldana wê li Yemenê jî heye. Dem ji bo dewleta Tirkiyê ne girîng e, lê belê tenê armanca wê van hêzan derbe bike."

PLANÊN Tirkiyê ÇI NE?

Têkildarî planên dewleta Tirkiyê Pîrî ev tişt got: "Armanc û planan Tirkiyê tevahî herêmê dagir bike û xewnên Osmaniyan vegerîne. Çawa împratoriya Osmanî berê şer li her deverkê dikir, niha jî dewleta Tirkiyê heman şerî bi rêya sûriyan li Lîbya dikin, her wiha dê lîbyan û sûriyan li herêmên dîtir çi li Tûnis, Misir an jî çi defereke din dibe bi kar bîne. Ev siyaseta dewleta Tirk a kevn û nû ya osmaniya Ataturkî û Erdoganî ye ku hê jî berdewam e."

DIVÊ EREB Û EWROPÎ LI HEMBER DAGIRKIRINA TIRKIYÊ YA HERÊMAN BISEKININ

Kadar Pîrî bang li tevahî hêzên azadîxwaz û demokratîkxwaz ên cîhanê, bi taybet gelê Ereb kir ku li hember planên Tirkiyê bisekinin wiha got: "Divê Ereb tev bigerin, divê dewletên Ereb çi Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat an jî Tunis dibe tev bigerin û zêdegaviyên Tirk bisekinin. Niha dibe li Başûrê Kurdistanê be, lê belê hedefên Tirkiyê ne tenê ev herêm e, di heman demê de tevahî herêmên ku berê di bin serweriya împratoriya Osmanî de ye. Ew dixwaze xewnên wê bi serwerîkirina tevahî dewletên ereb bi rêya rêxistina Îxwan El-Mislimîn a terorîst vegerîne."

Têkildarî Ewropayê jî Kadar Pîrî destnîşan kir ku: "Divê Ewropa jî li hember Erdogan rabin, ji ber gefên wî bi li dijî Fransa yekser in û bi rêya dergehê Yewnanistanê gefên koçberkirina lê dixwe. Niha jî bi rêya Lîbyayê şantajên pêla koçberiyê dixwe. Bi wê re jî dê gefên mezin li ser Ewropa hebin û divê vê mijarê bizanibin û bi lez tev bigerin."

(fr)

ANHA