TŞK‘ê: Li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin

TŞK‘ê  got, armanca dewleta Tirk ew e ku destkeftiyên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê tune bikin û banga mezinkirina berxwedanê li gel kir.

TŞK‘ê: Li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
15 hezîran, 2020   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Qadanê Parastinê yên Medayayê Tevgera Komunist a Şoreşgeran daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armaca dewleta Tirk a faşîst a ku siyasetên xwe li ser dagirkirinê ava kiriye, destkeftiyên Kurdan li herçar parçeyên tine bike. Hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker  a ku beşek ji xaka Rojava dagir kiriye ev demek bi hevkariya PDK û YNK‘ê baregehên xwe yên leşkerî  li Başûrê Kurdistanê ava dike da ku nexweşiya xwe ya dagirkirinê dewam bike.

TKŞ‘ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefkirina nexweşxaneyan û jîngehên sivîlan şermezar kirub û  bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriya dakevin qadan. Hate gotin ku ev êrişên ne dûrî êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaredariyên Bakurê Kurdistanê û sûcên revandin, êşkencekirin û girtina parlamanter û hevşedaran e.

TKŞ‘ê di dawiya daxuyaniyê de got: "Em bang li gelê Kurdistanê li her parçeyên û Ewropayê dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê berxwedanê mezin bikin."

ANHA