‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk herikîn qadan. Şêniyan diyar kirin ku bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê îxanet e, dewleta Tirk a dagirker tolê ji gel û hêza ku DAIŞ têk bir, radike.

‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
‘Tirkiye tola DAIŞ’ê ji gel radike’
15 hezîran, 2020   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

QAMIŞLO

Bi sedan pêkhateyên bajarê Qamişlo îro li Çarxeriya rojhilatê bajarê kom bûn û êrişên Tirkiyê yên dawîn ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û wargeha Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê pêk anîne, şermezar kirin.

Şêniyan pankartên bi nivîsên ‘Em êrişên faşîsta Tirk ên li dijî gelê Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin’, ‘Ji dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê re na’, ‘Em xwediyê axê ne’ û ‘Erdogan dagirker e, divê bê darizandin’ hildan.

Di xwepêşandanê de tevahî pêkhateyên Qamişlo, ji Kurd, Ereb û Suryan, endamên Kongreya Star, partiyên siyasî, oldar, rewşenbîr û hunermend beşdar bûn.

Xwepêşdan ji çarxeriya rojhilat a bajêr de dest pê kir, di xwepêşandanê de şêniyên diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurdistanê berzdan.

Xwepêşder li Çaxeriya Sonî ya li naverasta Qamişlo sekinîn. Piştre hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hemeleya xwe ya qirkirina gelê Kurd li pêş çavên tevahî cîhanê didomîne, dud jî êrişeke hovane li dijî hermên Başûrê Kurdistan, wargeha  Mexmûr û Şengalê pêk anî."

Ayşe Hiso axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagiker, Şengal a ku bê navber rastî êrişên qirkirin û planên Tirkiyê tê, kir hedef. Her wiha wargeha Mexmûrê ya ku berxwedaneke leheng li dijî êrişên DAIŞ’ê pêk aniye jî bombebaran kir. Ne ji berxwedana gelê li wargeha Mexmûrê bûya, dê çeteyên DAIŞ’ê bajarê Hewlêrê dagir bikirana."

Ayşe Hiso piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê Kurdan hedef digire, heman demê de tevahî gelên ku xwe dispêrên fikra neteweya demokratîk û gelên li dijî zulm û destpotiyê radibin hedef digire û wiha axivî: "Divê tevahî gelê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk û hilweşandina tevahî planên wê yên dagirkeriyê biherikin qadan."

Ayşe Hiso bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hember van êrişan şermezar kir û bi xiyanetê wesifand û wiha anî ziman: " Dewleta Tirkiyê tolê ji gel û hêzên ku çeteyên DAIŞ’ê têk biriye radike, her kesê bê deng hevparê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ye."

 GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo daketin qada Şehîd Xebat, da ku li dijî bombebarankirina artêşa ya hovane li dijî  wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çiyayên Kurdistanê û Şengalê xwepêşandanekê li dar bixin.

Xwepêşandan ji qada Şehîd Xebat ve dest pê kir, her wiha xwepêşandêran durişmên silavkirina berxwedana wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Şengalê berzdan, li aliyekî din jî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî wan herêman şermezar kirin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, al û sembolên Kurdî hildan û li tevahî kolanên sereke yên Girkê Legê gerîn.

Piştre vegerîn qada Şehîd Xebat û li wir xwepêşandan vegerî mîtîngê. Dûvre hevserokê meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker nikare vîna me bi çek û balefiran bişkîne, ji ber gelê Kurd li hember tu hêzê naşike, em xwediyên axê û heqê ne."

Cemîl wiha domand: "Gelê ku ji berxwedan û têkoşînê fikir û felsefe hilgirtiye tu carî gav bi paş ve navêje, bombembaran Tirkiyê ya li dijî Şengal û wargeha şehîd Rustem Cûdî hêzê gel û hêrsa wê li hemberî bilind dike."

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên  li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê, her wiha bombebarankirina nexweşxane û herêmên ewle bi xwepêşandanek ku ji pêş meclisa navçeyê ve dest pê kiriye, şermezar kirin.

Xwepêşandan li tevahî kolanên sereke gerî, her wiha xwepêşandêran pankartên bi nivîsên: ‘Na ji terora Erdogan re’, ‘Sûcên Erdogan bê hesab namînin’, ‘Na ji dagirkeriyê Tirkiyê, dizîn û wêrankirinê re’, ‘Êrişên li dijî gelê li çiyayên Qendîl, Zînî Wertê êrişa li ser hemû gelan e’ û ‘Na ji Erdogan, Osmanî yê nû re" hildan.

Beşdaran alên QSD’ê, PYD’ê, Kongreya Star, wêneyên zarokan û qurbaniyên sûcên Erdogan li Efrînê hildan.

Şênî li qada Şehîdan a li naverasta bajêr sekinîn, piştre hevserok Heyal Xiwêr axivî û wiha da zanîn: "Dewleta Tirk tevahî herêmên Rojhilata Navîn hedef digire, her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin, ev têra wê nekir, vegerî û ciwanên me kirin çete û şandin Lîbyayê."

Xiwêr diyar kir ku îro dewleta Tirk a dagirker başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê hedef digire, her wiha cihên giştî û nexweşxaneya Zeredeşt hedef digire, koçberên ji komkujiyên DAIŞ’ê yên 2014’an revîne hedef digire û wiha got: "Dîrok xwe dubare dike, DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û sivîl, zarok û jin kuştin û revandin. Şênî koçber kirin, niha jî Erdogan êrişî Şengalê dike û dixwaze Osmaniya nû vegerîne.”

KOBANÊ 

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran şêniyên herêma kantona Kobanê daketin qadan.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û endamên saziyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî û bi hezaran şêniyên kantona Kobanê beşdarî meşê bûn.

Xwepêşandêran pankartên li ser nivîsên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk hatibûn nivîsandin rakirin û ji qada Jina Azad ber bi çerxerêya Selam a nêzî deriyê sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye çûn.

Xwepêşandêran sloganên ‘Na ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê’ berz kirin û isbat kirin ku ew ê êrişên dagirkeran xofê nexe dilê wan, berevajî vê yekê dê hêz û israra wan hîn zêdetir xurt bike.

Meş li çerxerêya Azadî veguherî mîtîngê û li wir endamê Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê Ehmed Şêxo axivî û got: "Dewletên Ewropa, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan destên wan di êrişên li dijî Kurdan û pêkhateyên herêmê de heye, anku ew hevkarên dewleta Tirk in." 

Di encama êrişên li dijî Şengalê de hejmarek sivîl birîndar bûn, li gel vê yekê balafirên dewleta Tirk tîmên hewl didan birîndaran xelas bikin, kirin armanc. 

Her wiha ser navê tevgera jinan a herêma Firatê Felek Yusif axivî got: "Dîroka Tirkiyê tijî sûc in, di sal 1915`an wekî îro Osmaniyan li ser gelên Ermen û Sûryaniyan komkujî pêk anîn."  HELEB  Li bajarê Helebê jî şênî û endamên Kongerya Star li taxên Şêxmeqsûdê daketin qadan û êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Şengalê şermezar kirin. Bi sedan şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê pankartên bi nivîsên ‘Destwerdana vîna me neke’, ‘Na ji dagirkerî û qirkirinê re’ rakirin û sloganên ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyê re’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê û Mexmûrê’ berz kirin.  Xwepêşandêr li kolanên taxa Şêxmeqsûdê meşiyan û ber bi qada Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxê ve çûn. Meş li qada şehîd Destîna veguherî mîtîngê û li wir hevserokê Mala Êzidiyan Suad Hiso axivî û êrişên li dijî herêmên Parastina Medya,  Mexmûrê û Şenglê şermezar kir.   Sûad Hiso da zanîn ku ew ê êrişên dewleta Tirk vîna gelên Kurd û gelên Kurdistanê neşikîne, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê heman rû ne tu cudabûna wan tune ye. Sûad amaje pê kir ku çeteyên DAIŞ`ê dema êrişî Şengalê Kirin bi perspektîfên dewleta Tirk êriş kir, bi sedan jin revandin û bi sedan mêr û pîremêrên êzidî qetil kirin.

Suad Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide li dijî gelên Kurd ên êzidî yên li Şengalê komkujiyan pêk bîne, lewma êrişî sivîlên li gundan, kampan, kampa Mexmûr û Şengalê dike. 

Endama Rêveberiya Kongreya Star Nehla Mistefa axivî û diyar kir ku dîroka dewleta Tirk mijşt komkujî ye, beriya niha dewleta Tirk li dijî gelên Asûr, Kurd û Ereb komkujî pêk anîye. Di heman demê li dijî jinên li Efrînê û Serêkaniyê jî siysetên revandin, qetilkirin pêk anî, ev jî ji bo civaka navdewletî şermek e.

(fr-eh) 

ANHA