Şêniyê bajarê Qamişlo: Êdî bes e ji îxanetiyê re

Şêniyên bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li aliyên kurdî kirin ku dest xwe bi hevdin û êdî xayîntiyê nekin.

Şêniyê bajarê Qamişlo: Êdî bes e ji îxanetiyê re
15 hezîran, 2020   14:07
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh di satên derengiya şevê de êrişên hawayî birin ser Şengal, wargeha penaberan a Şehîd Ruste Cûdî (Mexmur) û Qadên Parastinê yê Medyayê yên Başûrê Kurdistanê .

Şêniyên bajarê Qamişlo  nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Şêniya bi navê Wetha Wanikê anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yekîtiya Kurdan hedefdigire û got: "Me ji beriya niha ve sûnd xwariye û em sûndê nû dikin ku heta dilopek ji xwîna me hebe em ê li ser axa xwe bin û em ê li ser axa xwe jiyan bikin, ti carî vîna me nayê şikandin".

Wetha wiha dirêjî da axaftina xwe: "Madem fikrê rêber Ebdulah Ocalan di serê me de ye ti carî vîna me naşkê, dewleta Tirk çi bike bila bike yê dawî bi ser keve gelê kurde"

Wetha banga li hin aliyên ji gelê kurd kir ku destê xwe bi hevdin û êdî xayîntiyê nekin.

 Her wiha şêniya ji bajarê Qamişlo Edla Elî jî axivî Edla di nava axaftinê xwe de bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji van êrîşan û got: "Armanca dewleta Tirk ew e ku dijî fikra demokratîk e, dijî serkeftina kurdan ye naxwaze Kurd bi serbikevin"

Edla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em êrîşê dewleta Tirk û hevkarê wê şermezar û nelet dikin, çiqas em bi serdikevin ewqas zexet lê tê kirin di encamê vê zextê de êrîşê xwe yê hovane bi kar tine".

Edla bang li NY`ê kirk u zextê li dewletan Tirk bike da ku van êrîşan bide sekinandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sOo_J5c1ihg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>