Komkara Erebî nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Şengalê da

Komkara Dewletên Erebî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê da û got: "Destwerdanên Tirkiyê bûye çavkaniya fikaran."

Komkara Erebî nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Şengalê da
15 hezîran, 2020   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Komkara Dewletên Erebî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şeremzar kir û got: "Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka ereban çi li Sûriyê be, an Lîbya an jî Iraqê bûye çavkaniya fikaran. Ev destwerdan ji aliyê dewletên erebî ve red kirî ne."