HPG'ê têkildarî êrişên hewayî daxuyaniyek da

HPG'ê têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kampa Mexmûrê, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

HPG'ê têkildarî êrişên hewayî daxuyaniyek da
15 hezîran, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yen Medyayê, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê êrişên hewayî kirin. Artêşa TC a dagirker êrişên xwe yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê bi rêya medya xwe wek êrişa li dijî PKK'ê ragihandiye. Dewleta Tirk a dagirker bi berevajî nîşandana vê êrişa li ser hêzên parastinê yên gelê sivîl ê vê xakê, hewl da ku komkujiyên kirine, binixumîne.

Bi êrişa li dijî gelê me yê Mexmûrê ku ji zilma dewleta TC a dagirker reviyane û xwe li kampeke penaberan girtine û bi êrişên li dijî gelê êzidî yê li Şengalê ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dane, dewleta TC a dagirker careke din rûyê xwe yê kujer ê rastî nîşan eşkere kir. Dewleta TC a mêtinger kujer ku nikare xwe li nirx û destketiyê Kurdan rabigire, bi bahaneyên cuda êrişên namerdî kiriye. Ev êriş li dijî destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê hatiye kirin. Ev êrişên li dijî gelên Mexmûr û Şengalê ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan, tu cudahiya xwe ji zîhniyeta DAIŞ'ê ya kujer nîn e.

Li herêmên navborî liv û tevgereke hêzên me yên HPG'ê nîn e. Li dijî her êrişeke dagirkeran a li parçeyekî Kurdistanê ya li dijî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd, hêzên me wê bi rengê herî tund bersivê bidin.

Di vê çarçoveyê de agahiyên berfireh ên li ser êrişên dagirkeran ên 15'ê Hezîranê (îro) saet 00:05'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir wiha ne:

Balafirên şer qadên Sîda û Şehîd Rustem ên Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qada Sininê ya herêma Xakurkê û qadên Şehîdan û Zergelê yên herêma Qendîlê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."