Mamosteyên Minbicê perwerdeya jineolojiyê dibînin

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Minbicê ji bo fêrkirina mamosteyên jin li ser awayê dayîna materyalên jineolojiyê dewreyeke perwerdeyê vekir.

Mamosteyên Minbicê perwerdeya jineolojiyê dibînin
Mamosteyên Minbicê perwerdeya jineolojiyê dibînin
Mamosteyên Minbicê perwerdeya jineolojiyê dibînin
Mamosteyên Minbicê perwerdeya jineolojiyê dibînin
15 hezîran, 2020   12:41
MINBIC

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê û Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Minbicê dewreyeke nû li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ji bo perwerdeya materyalên jineolojiyê vekir.

Nêzî 29 mamosteyên beşên cuda beşdarî perwerdeyê bûn û perwerde li ser du merheleyan bê dayîn.

Rêveberên dewreya perwerdeyê diyar kir ku merheleya duyemîn dê li ser perwerdeya amadekirina mamosteyan ji bo sala nû be. Perwerde ji saet 9’ê sibehê heta 2’yê nîvro berdewam dike.