Rûsyayê li Sûriyê 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyan xistin xwarê

Serokê Parastina Hewayî ya Hêzên Bejahî yên Rûsyayê Aleksander Leonov got li Sûriyê pergala ‘Tor’ a parastina hewayî ya Rûsyayê li Sûriyê nêzî 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyên dewleta Tirk xistine xwarê.

Rûsyayê li Sûriyê 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyan xistin xwarê
15 hezîran, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Aleksander Leonov di hevpeyvînekê de daxuyand ku ji destpêka bikaranîna pergala Tor ve nêzî 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyan hatin hedefgirtin.

Berpisyarê leşkerî yê Rûsyayê destnîşan kir ku pergala moşekên dijber ên nîvavêj ‘Tor’ rêbazeke sereke ya li hember çekên sivik û balafirên şer e û bal kişand ser ku ev pergal bi alîkariya sîstema S-400 û Pantiser-S, parastina baregehên wan ên li Sûriyê dike. 

Her wiha berpirs aşkera kir ku yekîneyên hêzên parastina asmanî yên Rûsyayê bi hedefa perwerdekirina li ser hedefên biçûk wekî firokeyên çeteyan ku li Sûriyê bi kar tînin, çêkirin.