Piştî binketina hevdîtina Rûsya-Tirkiyê balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kir

Piştî binketina hevdîtinên Rûsya-Tirkiyê hêzên hikumeta Sûriyê derdora Idlibê topbaran kir, her wiha balafirên şer û keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin.

Piştî binketina hevdîtina Rûsya-Tirkiyê balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kir
15 hezîran, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) daxuyand ku vê berbangê hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Bênîn, Dêr Sibul, Bara, her wiha Kensefra, Fitêra û Sifohin ên li bejahiya başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de balafirên şer û keşfê yên Rûsyayê li asîmanê bajarê Idlib û bejahiya wê gerîn.

Balafirên Rûsyayê duh bi 4 derbeyan Bara, daristana Kefer Nibul û Cebel El-Zawiyê yên li başûrê Idlibê hedef girtin.

Ev êriş, piştî binketina hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên li ser Sûriyê û Lîbyayê pêk hatin.

(fr)