Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Kurdistanê, herikîn qadan.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
15 hezîran, 2020   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend saetan Şengal, kampa Mexmûr a Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hedefa şikandina vîna gelê Kurd, bombebaran kirin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ên li dijî herêmên Kurdistanê, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî pankartên "Dê vîna gelan bi ser bikeve", "Na ji dewleta Tirk a dagirker re" herikîn qadan. Her wiha şêniyan bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez tev bigere û ji bêdengiya xwe li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurdistanê derkeve.

(fr)

ANHA